Asûrî-Suryaniyan xwestin di referandûmê de dengê 'Na' bê dayîn

Sazî û rêxistinên Asûrî-Suryanî yên li Swêdê bang li kedkar û gelên bindest kirin, ku di referandûma rejîma dîktatoriyê ya Tirkiyeyê de dengê 'Na' bidin.

Sazî û rêxistinên Asûrî-Suryanî yên li Swêdê daxuyaniyeke hevpar weşandin û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dijminane yên hikûmeta AKP'ê dan, ku li dijî HDP, DBP û gelên Ermenî û Suryanî dimeşîne. Di daxuyaniya hevpar de bang li kedkar û hemû gelên bindest bi taybetî jî Asûrî-Suryaniyan hat kirin, ku li ber rejîma yek şexsî ya rê li ber dîktatoriyê vedike rabin û di referandûmê de dengê 'Na' bidin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û Komeleya Piştgiriya Mezopotamyayê ya Stockholmê ve hate dayîn.

Rêxistinên Asûrî-Suryanî diyar kirin, ew piştgiriyê didin parlamenterên HDP'yî, Hevşaredarên girtî û Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ê ku bûye hedefa lînça partiyên paşverû.

Rêxistinan dan xuyakirin, ku bi van operasyonên qirkirina siyasî re hewl tê dayîn, destketiyên demokratîk ên gelan ku bi HDP û DBP'ê re hatine bidestxistin û vîna gelan ji holê werin rakirin.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Em ji kesên Tirkiyeyê weke xanedana xwe bi kar tînin, di dizîtiya xwe re navdar bûne, ketine pey xewn û xeyalên xelîfeyê, destekê didin çeteyên DAIŞ'ê, li Iraq, Sûriye û Kurdistanê her roj mirovan dikujin, gelê Kurd ê xwerêveberî ragihand qir kirin, zîhniyeta dewleta faşîsta  Îslamî-Tirk li ser civakê ferz dikin, ji dîktatoriya faşîst, ji sîstema serokatiyê ya ku dijminê jin, zarok, exlaq û mirovahiyê re dibêjin NA'."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî û hemû gelên bindest hat kirin, ku di referandûmê de dengê 'Na' bidin.