Aştîxwazên Arjantînî ji bo HDP'ê banga piştgiriyê kirin

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê yê Arjantînî Adolfo Perez Esquivel û ji dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas û Mirta Baravalle li dijî desteserkirina şaredariyan ji bo gelê Kurd û HDP'ê banga piştgiriyê kirin.

Xelatgirê Nobelê Adolfo Perez Esquivel û ji dayikên Plaza de Mayo yên bi salan li dijî cûntaya faşîst têkoşiyan Nora Cortinas û Mirta Baravalle nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê dan. Saziya mafên mirovan Beverly Keen Dialog2000 jî mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar.

Di daxuyaniya hevpar de ji bo têkoşîna li dijî darbeya qeyûm a ku li hemberî îradeya gel hate kirin bang hate kirin. Aştîxwazan bang li raya giştî ya navneteweyî, saziyên Ewropayê û saziyên mafên mirovan kirin ku ji bo xurtkirina hurmeta li mafên mirovan bi berpirsyarî tevbigerin.

BANG LI ERDOGAN KIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Doh nîvê şevê li sê bajarên mezin ên li başûr rojhilatê welêt ku piraniya nifûsa wê Kurd e ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve qeyûm li şûna şaredarên hatin hilbijartin hatin tayînkirin. Temamiya van şaredariyan ên HDP'ê bûn ku HDP sêyemîn hêza herî mezin a siyasî ye. Zêdeyî 500 kes jî ji ber operasyonên polîsan hatin destgîrkirin. Li gel zextên giran û destgîrkirinê jî li kolanan çalakiyên şermezarkirinê didomin û em dixwazin ku hurmet ji mafên demokratîk ên gel re bê nîşandan. Em vê binpêkirina mafên mirovan şermezar dikin û bang li hikumeta Serok Erdogan dikin ku vê zexta li gelê Kurd û hemû hindekahiyên li welêt bi dawî bike."

BERPIRSYARIYÊN SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ ANÎN BÎRA WAN

Di daxuyaniyê de berpirsyariya welat û saziyên ku bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ne hatin bibîrxistin û bang hate kirin: "Di heman demê de em bang li raya giştî ya navneteweyî, saziyên Ewropayê û raya giştî ya mafên mirovan a navneteweyî, her wiha hikumet û şîrketên ku alîkariyê didin hikumeta Tirkiyeyê dikin: Li dijî helwesta Tirkiyeyê ku li dijî nifûsa xwe û welatên cîran roj bi roj bêhtir otorîter û êrîşkar dibe, ji bo xurtkirina hurmeta li mafên mirovan berpirsyariyên xwe pêk bînin."

LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ JI BO AŞTIYÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Di daxuyaniyê de hikumeta Tirk hate rexnekirin ku li şûna aştiya bi Kurdan re, rêbazên tundî û zextê bi kar tîne û bangên navneteweyî yên di vê mijarê de hatin bibîrxistin. Di daxuyaniyê de ji hikumeta Tirk hate xwestin ku dawî li zextê bîne û ji saziyên navneteweyî jî hate xwestin ku li dijî desteserkirina şaredariyan ji bo aştiyê bikevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hîn sê meh berê welê xuya dikir ku hikumeta Tirkiyeyê dikare serî li rêyeke din bide. Destûr hate dayin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe parêzerên xwe û malbata xwe bibîne ku bi salane daxwaza vê yekê dihate kirin. Piştî grevên birçîbûnê û meşên li gelemperiya dinyayê gaveke bi vî rengî hate avêtin. Me bi serdan û peyamên xwe piştgiriya vê pêvajoyê kirin. Bi deklarasyona 53 Xelatgirên Nobelê jî me xwest dawî li zextên li Ocalan, gelê Kurd û hindekahiyên din ên li Tirkiyeyê bê anîn.

Ji her demê bêhtir em bang li hikumeta Tirkiyeyê dikin ku dawî li tecrîdê û zextan bîne û bi bîr dixin ku bi karanîna rêya aştiyane wê neteweyan mezintir bike. Her wiha em bang li hemû rêxistinên gel, saziyên siyasî, civakî, sendîkayî, olî û rêxistinên mafên mirovan ên li welatê xwe û gelemperiya dinyayê dikin. Çawa ku endamên Meclîsa Tirkiyeyê Ebrû Gunay û Garo Paylan di serdanên xwe de yên li Emerîkaya Başûr hişyar kirin; ji bo qirkirineke nû ya li Tirkiyeyê asteng bikin dengê xwe bilind bikin, tevna piştevaniyê xurt bikin."