Aştî li Taksîmê hate qedexekirin

Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) çalakiya xeleka mirovan a ku xwestin li Tunela Taksîmê pêk bîne ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ya ku nerazîbûn nîşanî pêkanînê kêfî yên polîsan da diyar kir ku qedexe tê wateya êrîşa li dijî aştiyê û got: “Em dev ji daxwaza aştiyê bernadin.”

Polîsên ku êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’î kirin, rê nedan çalakiya xeleka mirovan a ku di pêşengtiya ÎHD’ê de bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê Cîhanê bê kirin. Polîsên ku tevahî Rêya Îstiklalê bi bendan girtî, ji bo girseya berê xwe didin Qada Tunelê astengkirin.

‘ÊRÎŞEKE LI DIJÎ ATŞIYÊ YE’

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ya ku nerazîbûn nîşanî pêkanînê kêfî yên polîsan da, destnîşan kir ku ÎHD ya ku her salê ji bo hêviyên aştiyê çalakiya xeleka mirovan çêdike, ya îsal hate qedexekirin. Yolerî got: “Ev qedexe tê wateya êrîşa li ser aştiyê. Em naxwazin ev qedexe bên kirin, em aştî dixwazin. Aştî bingehê hemû maf û azadiyane. Di ti şert û mercan de dev jî aştiyê bernadin. Têkoşîna me ya aştiyê wê bidome”

Piştî daxuyaniyê û şûnde, şopandina polîsan a girseya ber bi Rêya Îstiklalê ve bal kişand.