Astengdaran bi konsera ‘Dengê bêdengan’ dengê xwe dan bihistin
Astengdaran bi konsera ‘Dengê bêdengan’ dengê xwe dan bihistin
Astengdaran bi konsera ‘Dengê bêdengan’ dengê xwe dan bihistin
Bi wesîleya 3’ê kanûnê roja Astengdaran Midûriyeta Şaxa Astengdaran ya girêdayê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Mezin di bin navê ‘Dengê bêdengan de’ ji bo astengdaran konserek da.
Konser li salona şanoyê ya şaredariya Mezin pêk hat û komeleyên astengdar û saziyên civaka sivîl tevli bûn.
Konser bi slayteke ku xebatên salekê yên Midûriyeta Astengdaran vegodigot hat destpêkirin. Sekreterê giştî yê konseya Yerel Gundem 21’ê Metîn Kilavuz, ev roj li hemû astengdaran pîroz kir û got: “1992’an de ev roj bi biryara Netewên Yekbûyî wek roja Astengdaran hat qebûlkirin. Ji sedî 10’ê nisûfa Tirkiyê ji astengdaran pêk tê. Li Kurdistanê ji sedî 20’ e.
Kilavuz got divê tenê ev roj ne roja astengdarann be û got li cîhan û welatê me gelek pirsgirêk tên jiyîn.
Kilavuz diyar kir ku astengdarî ne pirsgirêke, pirsgirêk eve ku mirov astengiyan çêbikin. Klavuz got jiyan bi parvekirinê tê jiyîn.
Li ser navê mevlisa Astengdaran Mahmut Batgî axivî û spasiyên xwe pêşkêşî şaredariya mezin a Amedê û Konseya Yerel Gudem 21’ê kir.
Pişt re orkestreya Odeya Tîgrîs konser da .
Her wiha Farqîn û Denîz Deman jî derketin ser dîkê.