Asselborn: Di sedsala 21’an de mafên bingehîn tên binpêkirin

Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê didome. Wezîrê Karê Derve yê Luksembûrgê Asselborn wiha got: “Rejîmên ku desthilatdarî û poplîstiya xwe dihizirin, êrîşên li ser mafên bingehîn ên mirovan didomînin.”

34. Rûniştina Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a NY’yê, li Ofîsa NY’ya li bajarê Cinêv a Swîsreyê dewam dike. Piştî axaftina danê sibehê û şûnde nûnerên dewleta mafê axaftinê girtin, li ser mafê mirovan parastinên xwe kirin.

ASSELBORN: MIROV JI BER NASNAMEYÊN XWE TÊN MEXDÛRKIRIN

Wezîrê Karê Derve yê Luksembûrg Jean Asselborn ê di rûniştinê de mafê axaftinê girt wiha got: “Rejîmên ku desthilatdarî û poplîstiya xwe dihizirin, êrîşî li ser mafên bingehîn ên mirovan didomînin.”Asselborn destnîşan kir ku her roja ku derbas dibe êrîşên li ser mafê mirovan û çapemeniyê zêde dibe û got: “Di sedsala 21’an de hê jî gelek kes ji ber nasmaneyên xwe êrîş li ser tên kirin û mafê mirovan ên bingehî yê her kesê tine tê hesibandin.”

‘DIVÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAIŞ’Ê TÊKOŞÎN BÊN KIRIN’

Asselborn rapora salane ya Rêxistina Efû ya Navneteweyî bibîr xist, bal kişand ser asta îxlalkirina mafê mirovan a li cîhanê. Asselborn diyar kir ku şerê û terora DAIŞ’ê ya li Rojava didome û got: “Divê dewleta li dijî terora îslamê têkoşînê bikin.” Asselborn destnîşan kir ku divê hemû dewlet mafê bingehîn ê mirovahiyê û azadiyê biparêzin û got: “Divê li dijî terora DAIŞ’ê têkoşîn bê dayîn.”

AL JAAFERÎ: CUDAHIYÊN LI IRAQÊ DEWLEMENDIYÊN ME NE

Li ser navê Iraqê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm El-Jaaferî jî bal kişand ser pir çandiya li Iraqê û diyar kir ku divê piştgirî bê dayîna têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê dikin. Jaaferî wiha got: “Nasnameyên cuda yên li Iraqê dijî û mirovên xwedî baweriyên cuda, dewlemendiya Iraqê ye. Jaaferî behsa dewlemendiya dîrokî ya Iraqê kir û bal kişand ser operasyona Mûsilê, kuştinên di encama êrîşên DAIŞ’ê de û koçberiyê. Jaaferî diyar kir ku armanca sereke ya êrîşên DAIŞ’ê, dewlemendiya pir çandî ya Iraqê tine bike.

34. Rûniştina Mafê Mirovan, piştî axaftinên nûnerên dewletan û şûnde di saetên pêş de wê bi xwendin rapora Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê dewam bike.