Asselborn: Êrîşa li ser Efrînê li xala 51'ê nayê

Wezîrê Karên Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ji Spiegel Online re axivî û işaret bi derewên Tirkiyeyê yên li ser dagirkirina Efrînê kir. Asselborn got, divê NATO li niyeta rasteqîn a Enqereyê bipirse.

Asselborg anî ziman ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên 2 mehan bi deh hezaran mirov ji cih û warê xwe bûne, herî kêm 300 sivîl (rêveberiya Efrînê ragihand ku 500 sivîl hatine kuştin) jiyana xwe ji dest dane û bi bîr xist ku tevî biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî êrîşan dewam kirine. Asselborn diyar kir ku Erdoğan nîşan daye ku 'biryara agirbestê ne xema wî ye' û îdîaya ku Erdoğan dibêje "li gorî xala 51'ê ya Neteweyên Yekbûyî 'parastina rewa" tê kirin" derew e.

TI PÊWENDIYA XWE BI PARASTINA SÎNOR RE NÎNE

Asselborn got, "Pêwendiya vê yekê bi parastina axa xwe nîne" û bi bîr xist ku ji bilî Efrînê bi qasî 20 kîlometreyan di nava herêmên sînor de yekîneyên Tirk hene. Asselborn pirsa "Ji bo Tirkiyeyê xeterî li ku ye?" kir û destnîşan kir ku derewa "têkoşîna li dijî terorîzmê" bahaneya ji bo tinekirinê ye.

Asselborn diyar kir, nabe ku bahaneya "şerê li dijî terorîzmê" ji bo êrîşa li axa welatekî cîran bê bikaranîn û got, "Bi taybetî welatekî NATO'yê nabe ku vê bike."

DIVÊ NATO LI HINCETA 'XALA 51'Ê YA ENQEREYÊ BIPIRSE

Wezîrê Karên Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn bal kişand ser nameya xwe ya ji bo rawestandina dagirkirina Efrînê hefteya derbasbûyî ji Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg re şand û got, "NATO serfermandarê Erdoğan nîne. Lê belê NATO yekîtiyeke nirxan e. Em dikarin ji desthilatdariya li Enqereyê bipirsin ku çawa dikarin vê operasyonê bi xala 51'ê ya Neteweyên Yekbûyî ve girê bide. Di vê der barê de gelek fikarên min hene."

Asselborn anî ziman ku Tirkiye niha li Efrînê ye û divê Enqere tavilê plana xwe ya li ser Efrînê eşkere bike. Asselborn got, "Efrîn bi dest xist. Baş e wê niha çi bibe? Wê hîn bêhtir ber bi rojhilat ve biçe, ya jî bide nava Sûriyeyê? Tirkiye dixwaze Efrînê di destê xwe de bihêle?" Asselborn destnîşan kir ku divê Tirkiye bersiva van pirsan bide.

NABE KU YPG WEKE DIJMIN BÊ ÎLANKIRIN

Asselborn ragihand, ew daxuyaniya meha bihurî ya Donald Trump ku digot, êrîşên Tirkiyeyê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê asteng dike, rast dibîne û destnîşan kir ku YPG hêza herî girîng a piştgiriyê ye ji bo Koalîsyona Navneteweyî ku NATO jî endamê wê ye. Asselborn bi bîr xist ku Ewropa, Amerîka ya jî Neteweyên Yekbûyî bi ti awayî YPG'ê weke 'terorîst' nabînin, lewma nayê qebûlkirin ku YPG weke 'dijmin' bê ragihandin.