Yûnûs Aslan (Dilgeş Torî) yê 26 salî ku li navçeya Hezex a Şirnexê di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li gundê jidayikbûyî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Cenazeyê Aslan ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER’ê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin û ber bi gundê Tilhesen ê navçeya Kercos a Mêrdînê bi rê kirin. Wesayîta cenaze di têketina Êlihê de ji aliyê rêveberên HDP, DBP û hevşaredarên DBP’ê û her wiha gelek welatiyên ve bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin. Karwanê ji dehan wesayîtan ji vir ber bi gundê Tilhesen ket rê. Cenaze li gundê Aslan jidayikbûyî bi girseyî hat pêşwazîkirin, xizmên Aslan bi gotinên, “Zavê Kurdistanê hat. Rabin siniya heneyê amade bikin” pêşwazî kirin.
LI GEL XWIŞKA XWE HAT DEFNKIRIN
Xizmên Aslan bertekên xwe li hember çeteyên AKP’ê nîşan dan, girseyê jî dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “PKK/YPS tolhildan” berz kirin. Cenazeyê Aslan li ser milan birin goristana gund, li vir wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Piştre cenazeyê Aslan bi dirûşm û tilîliyan ve li rex gorên xwişka wî gerîlaya YJA-Starê Fatma Aslan (Nûda Batman) a 10’ê Îlona 2012’an di şerê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da û kurapê wî Fehmî Dînç ê li Cizîrê ji aliyê çeteyên AKP’ê hate qetilkirin hate defnkirin.
‘JI BER BÊDENGIYA ME CIWANÊN ME QETIL DIKIN’
Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Şaxa Êlihê yê MEYA-DER’Ê Şukru Baytar diyar kir ku qetilkirina ciwanên KUrd ji ber bêdengiya gelê Kurd e, wiha dom kir: “Ji ber yekgirtina me tineye. Em ranabin ser piyan, em nakevin nav piştevaniyê. Em li têkoşîn û keda wan xwedî dernakevin û em li gor felsefeya Rêber Apo rêxistin nakin. Ji ber vê em dikevin kêmahiyan. Dijminê me bi hêza şer tê ser me û divê em li gor wê tevbigerin.”
Birayê Aslan Ferhan Aslan jî diyar kir ku birayî wî şehîdê tevahî gelê Kurd e, sersaxî ji gelê Kurd re xwest.
Piştî axaftinan, girse derbasî mala şînê ya li gund bû.