‘Artêşa tirk rê li ber pevçûnan vedike’
‘Artêşa tirk rê li ber pevçûnan vedike’
‘Artêşa tirk rê li ber pevçûnan vedike’
Gerîlayên li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara KCK’ê vekişiyan diyar kirin ku artêşa tirk bi firînên keşfê, ketina erezaiyan, girtina nokkteyên stratejîk û faliyetên kemînan rê li ber pevçûnan vedike.
Vekişîna gerîlayên HPG’ê ya ji Bakurê Kurdistanê ya 8’ê Gulanê de destpê kir gihişt astek girîng. Ji 8’ê Gulanê heta niha meşza çareseriya demokratîk didome.
Di 14’ê Gulanê de koma yekemîn ya gerîlayan gihiştibû Qadên Parastina Medya. Di nava mehekê de 30’î zêdetir kom gihiştin Qadên Parastin Medya.
Gerîlayên gihiştin qadên parastina Medya li kampan bi cih bûn û pêvajoyê jî ji nêz ve dişopînin. Gerîlayan der barê pêvajoyê de fikar û gumanên xwe jî anîn ziman.
YEKÎNE Û KOMÊN NÎZAMÎ HER TIM DI TEVGERÊ DE NE
Gerîlayan got artêşa tirk operasyonên berfireh pêk nayne lê kom û yekineyên nîzamî her tim di tevgerê de ne. Gerîlaya got faliyetê lêgerîn û kontrolê yên nokte û kampên gerîla didome û got ev kom her tim di nokteyên derbasbûna gerîlyan de kemînan datîne. De barê cih û qadên gerîlayan de ji gelê herêmê îstîxbaratan berhev dikin.
BALAFIRÊN KEŞFÊ DI TEVGERÊ DE NE
Gerîlayan wiha got: “Ji 23’ê Adarê roja îlankirina agirbestê heta niha her roj balafir bê navber keşfê dikin. Li Bakurê Kurdistanê ÎHA û helîkopterê tîpa kobra ya skorsky keşfê dikin. Di navbera 8-12’ê hezîranê de li qadên Çewlîk, Muş û Bedlîsê, dîsa li qadên Garê, Qendîl, Zap, Metîna û Heftanînê ya girêdayê qadên parasatina medya faliyetên keşfê hatine meşandin. Ev jî bi awayekî vekirî tê wateya tehdîtê.
ZEMÎNA PEVÇÛNAN ZÊDE DIKIN
Tevgera artêşa tirk bi van jî ne sînore. Di 3’ê hezîranê de li ser xeta sînorê Qilaba Şirnexê pevçûn derkt û ev jî encama hedefgirtina artêşa tirk e. Gerîlayên li qadê bûn der barê plana dawî ya bûyerê de agahî dan.
Gerîlyan got piştî daxuyaniya dîrokî ya Ocalan du roj şûnde artêşa tirk ji bo ku girê li qada Deriyê Dawetê bigire ket nava tevgerê, lê piştî gerîla ketine nava tevgerê wan dest jê berdaye. Hebûna leşkerên tirk ya li cihên stratejîk jî hewldanên bi xeterin.
HPG’ê di 4’ê hezîranê de daxuyaniyek dabû û diyar kribû ku ev helwest bandorek neyînî li ser pêvajoyê dike.
JI GERÎLAYAN NIRXANDINÊN TAKSÎMÊ
Gerîlayan got pêvajo çaresriyê ji aliyê Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û AKP jî bê amadekarî ev pêvajo pêşwazîkiriye û got AKP dixwaze vê bo xwe biguhere deriyê derfetê. Gerîlayan got ew her tiştî bi tedbîr pêşwazî dikin û fikarên xwe jî venaşêrin.
Gerîlayan balkişand ser berxwedan Taksîmê û diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê di vê demê de ji bo ku ji vê pêvajoya bê amadekarî ketiyê derkeve, di nava hewldanên qezenckirina demê de ye.