Artêşa Tirk li Çobanbey û Karagoz e

Artêşa Tirk li Çobanbey û Karagoz e

Dewleta Tirk a bi her rengî piştgiriyê dide komên çete yên li Sûriyê, vê carê hêzên tarî yên ser bi Artêşa Tirk şand gundên Çobanbey û Karagoz. Leşkerên Tirk ên bi komên El Qaîdeyî re têkilî danîn, li van herêman dest bi revandina Kurdan kirin.

Dewleta Tirk ku heta niha bi piştgiriya xwe ya servekirî ya ji bo komên çete her di rojevê de bû, vê carê jî li aliyê din ê sînor dest bi revandina Kurdan kir. 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Eniya El Ekrad hatin wergirtin, roja Çarşemê danê nîvro 20-25 kesên bi unîformayên artêşa Tirk ên rûyê wan bi maske, derbasî gundê Çobanbey (li pêşberî navçeya Kîlîs Elbeyliyê ye) bûn û ji vê derê çûn navenda baskê El Qaîdeyê yê Sûriyê El Nûsra.

Komê di êvara heman rojê de, li gel endamên El Nûsra avêt ser gundê Karagoz. Çeteyên ku bi şev ketin nava gund, 3 temendirêjên Kurd ên navên wan nehat zanîn, revandin. Der heqê aqûbeta van gundiyan de ti agahî nehat bidestxistin.

Di vê navberê de, li sêgoşeya Cerablûs-Ezaz-Helebê, piştî êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan, bûyerên revandina sivîlan dewam dikin.

Hat îdîakirin ku ji bo revandina Kurdên welatparêz, hin kesên pêwendiya xwe li gel El Qaîde û rêxistina sîxuriyê ya Tirk MÎT'ê re hene, mukur hatine. Hat îdîakirin ku ev sîxurên El Qaîde û MÎT'ê, ji gundê Gîrdîşê Mahmût Zeko, ji gundê Şûdût Alî û Îmam Muslum, ji gundê Kûbeysîn Mûstafa Hacî Bessan û ji gundê Til Şehîrê jî Xidir Xidiro ne.

Ji aliyê din ve, bi hezaran kesên ji êrîş û komkujiyên li herêma Cerablûs-Ezaz-Bab'ê reviyan, derbasî aliyê Tirkiyê bûn. Tê gotin, leşkerên Tirk kesên ku gumanbar dibîne ji nava penaberan dineqîne û lêkolîn dike ka ew kesên mijara gotinê ji aliyê çeteyan ve tên lêgerîn an na. Hat îdîakirin ku leşkerên Tirk hejmareke zêde penaber radestî çeteyan kirine. Yek ji kesên ku fêm kir ewê radestî çeteyan bê kirin Alî Xidiro ye. Alî Xidiro got, têkiliya navbera Tirkiye û çeteyan gelekî zelal û li ber çavan e.

Fermandarê Giştî yê Eniya El Ekrad Hecî Ehmed roja 16'ê Tebaxê daxuyaniyek dabû ANF'ê û ragihandibû ku di pevçûnên 14-15'ê Tebaxê yên li herêma Sed Şahab a li sêgoşeya Heleb-Baz-Ezazê de endamê MÎT'ê hatiye kuştin. Herêma Sed Şahab, ku 117 gundên Kurdan lê ne, bi taybetî ji meha Tîrmehê û vir ve rastî êrîşa komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyê tê.

Eniya El Ekrad a ji tevahiya komên etnîkî yên li Sûriyê pêk tê û heta niha zêdeyî 40 tabûrên xwe hene, bi taybetî li herêmên Heleb, Ezaz û Babê bi bandor e.