Artêşa Tirk êrîşê karkerên di berxwedanê de kir: 2 kes hatin binçavkirin

Karkerên Ozak ên di berxwedanê de rastî êrîşa leşkerên Tirk hatin. 2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin.

Karkerên Ozak Tekstil ên li kargehek Rihayê dixebitîn û li dijî zext, gef û ji kar derxistinê dest bi çalakiyê kiribûn, di roja 8' emîn a çalakiya xwe de rastî êrîşa leşkerên Tirk hatin.

Karkerên ku dixwestin ber bi pêşiya avahiya kargeha 1’emîn Herêma Senayiya Organîzeyê (OSB) ve biçin rastî astengiya cendirmeyên Tirk hatin. Parlementerê HEDEP’ê ya Rihayê Ferît Şenyaşar jî di nava karkeran de cih girt.

Cendermeyan ketina kolana ku kargeh lê ye bi barîkat girtin û nehiştin karkerên di berxwedanê de derbas bibin. Karkeran bi dirûşme û çepikan vê astengiyê şermezar kirin. Di vê navberê de leşkeran êrîşî karkeran kirin, karkerê bi navê Îsmaîl Sevînç û Denîz Kar derb kirin û ew binçav kirin.

Sekna karkeran berdewam dike.