Artêşa Tirk bi hawan û obusan êrîş kir

Artêşa Tirk bi hawan û obusan êrîş kir

Artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medya hawan û obusan êrîş pêk anîn û her wiha keşfên balafirên şer jî didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (NRÇ) daxuyaniyek da û diyar kir ku di 5’ê mijarê de li dijî qadên gerîlayan artêşa Tirk êrîşên bi hewan û obusan pêk aniye. HPG’ê der barê êrîşa ku pêk hatiye de daxuyanî da û got, "Di 5’ê mijarê de saet di navbera 9 û 15.00’an de  li navçeya Şemzînan a Colemêrgê artêşa tirk ji girê Mamreş bi obus û topan êrîşê qada Girê Mêrgê kirine. Heman rojê saet di navbera 14 û 16’an de jî li li dijî girên Şehîd Rehîme û Şehîd Gafur êrîşên bo topebaran û obusê pêk hatin."

HPG’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku di heman saetê de li ser her du giran balafirên şer digerin û ji duh de keşfên balafirên şer didome. Her wiha gotin ku li ser qada Çarçela jî ji duh de balafirên şer digerin.

LI HEFTANÎNÊ TEVGERA LEŞKERÎ

Hat diyar kirin ku di 5’ê mijarê de saet di navbera 13 û 14’an de li ser xeta sînor ya Heftanê tevgera balafirên şer yên tirk hebû û heman rojê di navbera 14.30 û 16.00’an de li dijî girê Maymun, Şehîd Kendal, Kêlika Sînor, Deriyê Davetiyê bi obus û hawanan hatiye bombebarankirin.  HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîlayan jî li dijî van bi çekên giran bersiv daye û heman rojê saet di navbera 16.30 û 17’an de  Girê Sînek, Dola Sulê, Sirtê Şehîd Denîz û Girê Hestiya bi havan û obusan bombebaran kiriye.”