Artêşa Sûriyê kontrola bajarê Qisêr xist destê xwe!

Artêşa Sûriyê kontrola bajarê Qisêr xist destê xwe!

Hêzên rêjîam Baas diyar kir ku ew an bajarê Qisêr ku ser sînorê Lubnanê û Sûriyê ye û cihekê xwe ya îstratîjî heye, bi tememî ji hêzên Artêşa Azad paqijkirine.

Di encama pevçûnên dijwar ku li bajarê Qisêr a Humsê de di nava hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Artêşa Azad ku ev demed di rojevê de ye û hate gotin ku Hizb Ela ya Lubnanê jî bi hemû hêza xwe ketiye pevçûnên Qisêr de. Derbarê Pevçûnên li Qisêr Telefzyona Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Sûriyê bajarê Qisêr bi tememî ji çekdarên opozsyonê paqij kiriye.

Li aliyeke din jî Artêşa Azad jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji bajêr vekişiyan û da zanîn ku çekdarên wan xwe ji bajêr vekeşandine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi hezaran çekdarên Hizb Ela a Lubnanê û hêzên rêjîmê ketine bajêr de.

Endamê Desteya Jor a Artêşa Azad Elî Suhêb jî tevlî telfizyona El-Jezîra ya Qeter bû da zanîn ku 15 çekdarên Hizb Ela ya Lubnanê hatine kuştin.