Artêşa Sûriyê gihişte ser sînorê Iraqê

Artêşa Sûriyê ji çola bakurê Tanfê bi pêş ve hat û xwe gihade sînorê Iraqê.

Artêşa Sûriyê ku ji herêma Tanfê ber bi rojhilat ve li gel komê bi ser wan ve bi pêş ve dihat gihaşte sînorê Iraqê. Yekîneyên artêşa Iraqê ku ji ajansa dewletê ya Sûriyê û Reutersê re axivîn diyar kirin ku ji devera ku DYE’ê ji hewayî li wan xistiye gihaştine herêma nêzî sînorê Iraqê yê Urdunê. Bi vî rengî ji 2015’an ve cara pêşî ye ku di navbera rejîma Sûriyê û Iraqê de girêdana bejahiyê çêbû.


Li başûrê xeta ku artêşa Sûriyê û komên çekdar ên Îranê bi pêş ve diçin, li ser sînorê Urdunê jî komên çekdar hene yên Artêşa Azad a Sûrî hene ku DYE û Ingîltere destekê didine wan. Artêşa Sûriyê pêşî berê xwe dabû wan, lê piştî êrîşên hewayî ji vir vekişiyabû.


Artêşa Sûriyê û yekîneyên bi ser wê ve ku berê li deverên çolî û jîgeh zêde nebûn xwe gihandî sînorên Iraqê li ser sînorê Iraqê û Îranê qereqol danîne. Televizyona dewletê ya Sûriyê jî dîmenên yekîneyên ku gihaştine sînor belav kir.


Tê meraqkirin ku helwesta DYE’yê wê çawa be ku naxwaze xeta di navbera artêşa Iraqê û Sûriyê de bi dest rejîmê û piştigirên wan Îran û Rûsya ve berde.