Artêşa Iraqê li ser sînorê Sûriyeyê dest bi operasyonê kir
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî ku ser bi artêşê ve ye, li herêmên El Qaîm û Rawa yên li ser sînorê Sûriyeyê ne dest bi operasyonê kirin. Ev dever, herêmên dawî ne ku di destê DAIŞ'ê de ne.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî daxuyaniyek weşand û ragihand, ku fermana destpêkirina operasyonê hatiye dayin.
Ev operasyona li ser sînorê Sûriyeyê dest pê kir, ji sê baskan ve bi rê ve diçe. Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî piştgiriyê dide operasyonê.
Deriyê sînor ê El Qaîm ê di navbera Sûriye û Iraqê de ye, mezintirîn deriyê sînor e ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin.