Artêşa Iraqê ket taxek Fellûceyê
Artêşa Iraqê ya li Fellûceyê bi pêş diçe, da xuyakirin ku ketine Taxa Şehîdên Yekem a Fellûceyê.
Artêşa Iraqê ya li Fellûceyê bi pêş diçe, da xuyakirin ku ketine Taxa Şehîdên Yekem a Fellûceyê.
Fermandarê Giştî yê Operasyona Fellûce yê Artêşa Iraqê Abdûlwehab Seîdî da xuyakirin ku navçeya Xaz a Fellûceyê û taxa bi navê Şehîdên Yekem a li navenda Fellûceyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.
Abdûlwehab Seîdî diyar kir ku li qadê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin, got li başûrê Fellûceyê yekîneyên antî-terorê ketine Taxa Şehîdên Yekem û ev qad ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirine. Seîdî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê mayin bi cih kirine, niha jî ekîbên pispor ên mayinan ji bo îmhakirinê dixebitin.