Artêşa Iraqê 2 santralên Fellûceyê ji DAIŞ’ê standin

Artêşa Iraqê 3 kîlometreyan nêzî navenda bajarê Fellûceyê bû, santrala gaza xwezayî ya El Şûheda girt kontrolê. Mabeyna hêzên artêşê yên duh jî santrala elektrîkê bi dest xistibûn û çeteyên DAIŞ’ê de şer dewam dikin.

Li gor nûçeyên ajansên Iraqê ku xwe dispêrên fermandarên operasyona Fellûceyê, hêzên artêşa Iraqê ya xwe 3 kîlometreyan nêzî navenda bajêr kirine, santrala gaza xwezayî ya li herêma El-Şûheda ji çeteyan paqij kirine.

Artêşa Iraqê duh jî dabû xuyakirin ku kontrola santrala elektrîka Fellûceyê xistine dest.

Hate hînbûn ku di operasyonê de artêşa Iraqê li qadên El-Cebil û Şehada Sanî yên li nêzî Fellûceyê kontrol bi dest xistine, li herêma Şehada Ewelî jî şer dewam dikin.