‘Armanca êrîşan ewe ku Kurdan ji pêvajoya çareseriyê dûr bixînin’
‘Armanca êrîşan ewe ku Kurdan ji pêvajoya çareseriyê dûr bixînin’
‘Armanca êrîşan ewe ku Kurdan ji pêvajoya çareseriyê dûr bixînin’
Koordînasyona Yekîtiya Star derbarê bûyerên dawî li herêmên Kurdan û êrîşên li ser gelê Kurd, daxuyaniyek da û diyar kir ku, armaca van êrîşên pilankirî ewe ku gelê Kurd ji pêvajoya çareseriya di Sûriyeyê de dûr bixe.
Koordînasyona Yekîtiya Star di derbarê bûyerên dawî li seranserî Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li ser gelê Kurd bi daxuyaniyekê şermezar kir û diyar kir ku, hewldanên rejîmê û hin hêzên derve ji bo aramiya herêmên Kurdan têk bidin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku, êrîşên di heman demê de ji gelek aliyan ve li ser gelê Kurd tê wateya ku pilanek li ser gelê Kurd tê meşandin ji bo Kurdan ji civînên derbarê çareserkirina aloziya Sûriyeyê dûr bixin. Her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku, xwedî li şehîdên xwe derkevin û merasimên li gorî şehadeta wan lidar bixin.
Di daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin ku, “Ji ber rewşa hestiyar ku şoreşa Sûriyeyê tê re derbaz dibe û piştî herêmên Kurdan aramiya xwe bi xwîna şehîdan parastiye, em dibînin ku rejîm û hin aliyên derve hewldidin ku ewlehiya herêmên Kurdan têk bidin û dest bavêjin destkeftiyên gelê Kurd. Bi riya têkdana hin aliyan, hewil didin hêz û komên çekdar şerê hev bikim.
Yeketiya Star di daxuyaniya xwe de diyarkir ku, “Pevçûnên li bajarên Helebê û Dêra Zorê û hin herêmên din di navbera komên çekdar de li ser bîrên petrolê derketine. Van koman çekdar berê xwe da herêmên Kurdan ,ji ber vê li herêma Efrînê, Til Temir û Serêkaniyê û hewldanên wek van li herêma Kobanê jî ku hemû komên çekdar di heman demê de êrîş dikin ser gelê Kurd, tê watiya ku ev pilaneke ji aliyên ku dixwazin Kurdan ji gotûbêjên derbarê çareserkirina aloziya Sûriyeyê dûr bixin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin: “Em wek Yekîtiya Star hemû êrîşên komên çekdar li ser gelê Kurd şermezar dikin û em bang li hemû Êlên Ereban dikin, ji van pilanên ku rejîm li pişt wê ye û jê armanc dike ku opozîsiyonê têk bibe haydar bin. Her wiha pêwîste Êlên Ereban dengê xwe ji bo biratiya gelan û jiyana hevbeş bilind bikin.”
Di daxuyaniyê de hate vegoti ku, “Em şehîdên ku ji bo azadiyê û parastina nirxên şoreşê jiyana xwe dane bi bîr tînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku xwedî li şehîdên xwe derbikevin bi girseyî tevlî merasimên spartina şehîdan bibin û ji bo pilanên li dijî Kurd û Ereban û jiyana hevbeş dengê xwe bilind bikin.