ARD: Tirkiye alîkariyê dide El-Qaîde, Elmanya jî temaşe dike
ARD: Tirkiye alîkariyê dide El-Qaîde, Elmanya jî temaşe dike
ARD: Tirkiye alîkariyê dide El-Qaîde, Elmanya jî temaşe dike
Di bernameya nûçeyan "Monîtor" a kanala televîzyonê ya dewletê ya Elman ARD de, rexne li polîtîkaya hikûmeta Berlînê ya der barê Sûriyê de hat kirin. Kanala televîzyonê cih da nêrîna, "Haya Elmanya ji piştgiriya Tirkiyê ya ji bo komên cîhadî yên mîna El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê heye. Enqere bi awayekî du rû li Sûriyê tevdigere."
Di bernameya nûçe-aktûel a li ARD de, polîtîkaya Elmanya ya der barê Sûriyê de û alîkariya Tirkiyê ya ji bo komên çete hat nirxandin. Pisporên di bernameyê de bibîr xistin ku sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê di heman demê de sînorên NATO'yê ye û 300 leşkerên Elman di rewşa heyî de lê bich bûne û desnîşan kirin ku ji aliyê din ve jî Enqere piştgiriyê dide komên El Qaîde yên mîna El Nûsra ku li Sûriyê şer dikin.
Hat diyarkirin ku li hemû cihên cîhanê komên çete ji bo şer li ser Tirkiyê re têne şandina herêmê û li gel çend endamên van koman roportajên kurt hatin weşandin. Kanala televizyonê ya Elmanya diyar kir ku Tirkiye bi polîtîkayên xwe re ewlekariya NATO'yê jî dixe xeteriyê cih da nêrînên weke, “ Elmanya dizane ku Tirkiye piştgiriyê de komên çete yê mîna El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê, ku li Sûriyê şer dikin."
Di bernameyê de bal hate kişandina ser ku li pêş çavên leşkerên Elmanyayê yên di baregehên parastina NATO de li sinorên Tirkiyê hatine bi cihkirin komên oldarên radîkal yên Îslamî derbazî Sûriyeyê dibin û birîndaran jî tînine Tirkiyeyê wan li vir derman dikin û ev kiryarane wiha hatin rexne kirin.
Di axaftinên li bernameyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Elman çavên xwe li ewçend zêdegaviya Tirkiyê digire û piştgiriya Tirkiyê ya ji bo komên cîhadî ji nedîtî ve tê.