Apê Nemir rêhevalên xwe silav kir
Apê Nemir rêhevalên xwe silav kir
Apê Nemir rêhevalên xwe silav kir
Di roja 87. a berxwedana Kobanê de, bi çalakiya zincîra ji mirovan re YPG/YPJ'yî hatin silavkirin. Di nava berxwedêrên Kobanê silav kirin de, nîşaneya berxwedanê Apê Nemir jî hebû.
Berxwedana Kobanê ya şervanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin, di roja 87. de li ser xeta sînor ji aliyê welatiyan ve bi çalakiya zincîra ji mirovan hat silavkirin. Bi sedan welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê nobed girtin, bi destê hev girtin û berxwedêrên Kobanê silav kirin. Yek ji nîşaneya berxwedana Kobanê Apê Nemir ku piştî 3 caran birîndar bû neçar ma derbasî ser xetê bibe, li gel bi sedan kesî berê xwe da Kobanê û ji bo bîranîna cangoriyên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girt. Girseya gel piştre dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" qîriya û dawî li çalakiya xwe anîn.