Apê Îmam ber bi warê xwe ve hat oxirkirin
Apê Îmam ber bi warê xwe ve hat oxirkirin
Apê Îmam ber bi warê xwe ve hat oxirkirin
Kurdistaniyên li Kolnê ji bo Îmam Koca yê bi navê “Apê Îmam” dihat naskirin ku pêr li Nexweşxaneya Merheîm tedawî didît jiyana xwe ji dest da li komeleya Mala Kurdan a Kolnê merasîmek hat lidarxistin. Wê cenazeyê Îmam Koca li gundê Harunuşagi yê Kurecek ê lê ji dayik bûye bê definkiri
Kurdistaniyên li Kolnê Îmam Koca yê bi navê “Apê Îmam” dihat naskirin û di dawiya salên 1970’an ên Tevgera Azadiya Kurdistanê de di nava peywendiyê de ye, şeva buhrî li Nexweşxaneya Merheîm a lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Koca îro li Komeleya Mala Kurdan a Kolnê merasîmek hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn. Darbesta Îmam Koca anîn salona merasîmê. Piştre Pîr Huseyîn Bîldîk merasîm da destpêkirin. Piştî xwendina duayan a li gorî baweriya Elewiyan Pîr Huseyîn Bîldîk, ji kesên ji bo oxirkirina Îmam Koca hatine xwest ku heqê xwe lê helal bikin.
Piştî duayan hevalê Îmam Koca siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş axaftineke kurt kir û wiha got: “Min hevalekî xwe yê bi qîmet winda kir. Lê wê raman û girêdayîna wî ya bi partiyê re ti carî neyê jibîrkirin.”
Piştî axaftina Aktaş ên tevlî merasîmê bûn qeranfîl danîn ser tabûtê û ji malbatê re sersaxî xwestin. Heyva Sor, TJKE, DTM Koln û KCD-E jî ji bo merasîmê çeleng şandin.
Cenazeyê Koca wê îşev saet 01.55’an li Balafirgeha Koln-Bonn bigihêje Stenbolê û ji wir jî bişînin Meletî. Koca wê sibe li gundê Haramunuşagi yê lê ji dayik bûye bê definkirin.