Apê Herbijî li Bremenê hate bibîranîn
Li Bremenê ji bo siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Li Bremenê ji bo siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê ji bo Celal Ozkan (Apê Herbijî) ku demeke dirêj di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de xizmet dikir, çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin. Çalakî ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan hate organîzekirin, bi hezaran Kurdistaniyên ku li Bremenê û derdora wê dijîn tevlî çalakiyê bûn. Hevserokê KCD-E'yê Yuksel Koç, nûnerên, NAV-DEM, Hafen, nûnerên Auchîm, Feckta, Heyva Sor a Kurdistanê, Yekîtiya Elewiyên Demokratîk, Federasyona Êzîdiyan, nûnerên PYD'ê, Tevgera Jin, Meclîsa Jinan a Sêvê, Mizgefta Seîdê Kurdî, Kongreya Îslama Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera îslamê jî di çalakiyê de hazir bûn.
Kurê Ozkan Mehmet Ozkan jî bi telefonê tevlî çalakiyê bû û got, "Bavê min, ji me bêhtir dema xwe bi we hevalên hêja re par ve kir. Bi her awayî hûn li cem wî bûn. Ez spasiya we hemûyan dikim."
'BI PERSPEKTÎFÊN OCALAN DIJÎ'
Nûnerên saziyan jî bal kişandin ser takekesiya Ozkan û diyar kirin, bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heq ji rewşa giran derketiye. Nûneran gotin, "Apê her bijî xaziyê Têkoşîna Azadiya Kurd, bavê şehîdan bû."
Di axaftinan de komkujiya Dîlokê hate şermezarkirin, bang hate kirin ku Kurd hevkariyê û têkoşînê xurt bikin.
Di bîranînê de sersaxî ji siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş re hate xwestin.