Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Antalya hatiye dorpêçkirin

Ji ber civîna bilind a G-20'an a li navçeya Antalya Serîkê, ketin û derketina navçeyê û xwepêşandanên rêxistinên civakî yên sivîl hatin qedexekirin. Bajar hatiye dorpêçkirin.

Li Antalyayê, meşên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên dixwazin ji bo şermezarkirina civîna bilind a G-20'a li dar bixin hatin qedexekirin û Parka Aydin Kanza ya navçeya Mûratpaşa ku wê xwepêşandan lê bê lidarxistin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Ev dorpêçiya polîsan li tevahiya bajêr belav bû. Bi TOMA û wesayîtên zirxî re hemû rê û kolanên navenda bajêr bi bendan ahtine girtin. Kolana Gulluk ku navenda bingehîn a çalakiyan e, li tevgera wesayît û mirovan hat girtin.

Mirov ji rêyên alternatîf neçar dimînin xwe bigihînin navenda bajêr. Li navçeya Serîk a ku civîna bilind lê tê lidarxistin jî, ketin û derketin bi temamî hat qedexekirin.

Bajar bi temamî ji aliyê hejmareke zêde ya hêzên çekdar ên dewletê ve hatiye dorpêçkirin. Lİ ser avahiyên pêşberî qadên çalakiyan, polîs hatin bicihkirin.

Li aliyê din, tê payîn ku rêxistinên girseyî yên demokratîk li Parka Aydin Kanza bicivin.