Hevdîtina parlamenterên BDP'ê yên hingî Ahmet Turk û Ayla Akat Ata ya 3'ê Çileya 2013'an bi Abdullah Ocalan re, diyaloga di navbera Ocalan û rayedarên dewletê de beriya demeke kurt destpê kiribû, gihandibû qonaxeke nû.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û pê ve agahî ji Ocalan nedihat girtin û wekîlên DBP'yî di atmosfereke bi vî rengî de li dora maseya hevdîtinê ya li Îmraliyê rûniştin. Ocalan ji vê hevdîtinê re amade bû, ji ber vê amade kiribû ku wê pêvajoyeke çawa bide destpêkirin.
Bi vî rengî dest bi mijarê kir:
"Ev pêvajo ji dema Ozal, Erbakan û Ecevît ve dewam dike. Bîst sal in em pê re mijûl in. Di nava du sal û nîvên dawî de qut bû. Xwestin di nava 14 salan de min birizînin. Ji bo tinekirinê bi ser min de hatin, wê werin jî. Dibe ku hin derdor hebin bixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. (Hefteyek piştî bilêvkirina vê hevokê Sakîne Cansiz û hevalên wê li Parîsê hatin qetilkirin) Di her civîna li vir de windahiyên gerîla tê ragihandin. Bi vî rengî mesajê didin. Bêguman hevdîtinên me yên bi heyetê re (heyeta dewletê) girîng in. Li ser rêveçûna ji niha û pê ve ya pêvajoyê ez ê nameyekê binivîsînim. Di dema amadekirina nameyê de ez ê rêbazekê pêşniyar bikim. Ji bo gerîla bikeve rewşa agirbestê divê li parlamentê bi qanûnê re komîsyonek were avakirin. Ji vê re Komîsyona Heqîqetê, Komîsyona Lihevkirinê yan jî Komîsyona rû li hev hatinê jî dikare were gotin.
... Dema gerîla vekişiya, ji bo pêşî li şîdeta li hemberî gel were girtin, pêwîstî bi konseya aştiyê heye."
Ocalan di 3'ê Çileya 2013'an saet di 10'an de dema ev gotinên xwe ji Ahmet Turk û Ayla Akat Ata yên li pêşberî wî rûdiniştin re digot, heyeta dewletê jî li aliyê din ê maseyê bû. Mîna ku berî û piştî wê hat kirin, hemû axaftinên di navbera Ocalan û yên hatin hevdîtinê de, ji aliyê wezîfedarên dewletê ve hatin nivîsandin, deng û dîmenê wê hatin qeydkirin. Yanî tevahiya detayên bi sedan hevdîtinên heyeta dewletê û heyeta HDP'ê yên li Girava Îmraliyê, di arşîva dewletê de hene.
Û Ocalan di tevahiya van hevdîtinan de kar û barên divê alî ji bo çareseriyê bikin, mîsyona xwe û rêveçûna qanûnî ya pêvajoyê nirxand. Dest ji rewşên xitimandî werda, rexneyên tund li hikûmetê û tevgera PKK'ê kir. Di nava vê demê de, ji bo paradîgmaya xwe ya çareseriyê ji tevgera PKK'ê re vebêje 15 name nivîsand. Bi peyamên vekirî yên bi wesîleyên cuda şandî re hewl da pêşî li pêvajoyê veke.
Ocalan di dewama axaftina xwe de bendewariyên xwe ji pêvajoyê bi vî rengî kurteber kir:
"Em dixwazin Kurdan bixin rewşa unîteyeke demokratîk. Heta ku di Destûra Bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê de ev nebe, aştî nabe. AKP dibêje pêwîstî bi vê tineye. Baş e, em ê çawa bijîn? Weke bîst mîlyon mirov, bêyî vegotina xwe ya qanûnî û destûra bingehîn, em ê çawa bijîn? Ji ber vê yekê ez planeke çalakiyê derdixînim."
Ocalan plana çalakiyê ji her du heyetên li wî guhdarî dikirin û not digirtin re bi vî rengî vedigot:
1- Afirandina rewşa bêşer (agirbestê).
2- Pêvajoya Destûra Bingehîn û Qanûnî.
3-Pêvajoya NormalbûyîNê.
Ocalan bi nameyekê naveroka van serenavan vekir û ji rêveberiya KCK'ê re şand. KCK'ê jî nêrînên xwe bi nameyeke nû ji Girava Îmraliyê re şand. Piştre Ocalan di 13'ê Sibata 2013'an de plana çalakiyê ya ji sê qonaxan pêşkêşî heyeta dewletê kir. Ev plan di heman demê de wê ji Qendîlê re jî bihata şandin.
Belgeya 'Plana Çalakiyê ya Aştiya Demokratîk' a ji 22 rûpelan bi nivîsa destan a Ocalan hat amadekirin. Qonaxa yekemîn a vê planê ji 7, qonaxa duyemîn ji 5 û qonaxa sêyemîn jî ji 7 xalan pêk dihat.
Ocalan ji bo qonaxa duyemîn, piştî ku bal kişand ser girîngiya zimanê her du alî ji bo selameta pêvajoyê bi kar bînin, di xala duyemîn a heman serenavî de wiha digot:
Bi şertê lihevkirina li ser pîvanên bingehîn ên her du aliyan, herî dereng heta Hezîrana 2013'an, ji qadên şer bi awayekî watedar vekişîn tê xwestin.
Di dewama wê de bendewariya bingehîn a ku hikûmetê ti carî xwe nêzî wê nekir û bi cih nehat anîn, hatibû nivîsandin.
'Pêwîste astengiyên li pêşiya vekişînê bên rakirin û valahiyên qanûnî tavilê werin dagirtin.'
Ocalan di xala 4. a qonaxa yekemîn de, ji bo kontrolkirina valahiya dema vekişînê û piştî vekişînê derkeve holê, pêşniyar dikir ku Meclîs komîsyonekê ava bike û bi vê ve girêdayî Koma Mirovên Aqilmend bê damezrandin.
Ocalan di vê belgeyê de nivîsandibû ku dema 'pêvajoya bêşer bi awayekî serketî temam bû' wê qonaxa duyemîn destpê bike. Ev qonaxa ji pêkhatina garantiyên qanûnî û destûra bingehîn, wê heta payîzê temam bûya.
Ocalan, bendewariyên xwe yên ji qonaxa duyemîn ku hikûmeta AKP'ê ji nedîtî ve hat û ket nava pratîkeke berevajî vê, bi vî rengî diyar kiribû:
Gavên Destûra Bingehînî. Ji bo vê jî, beriya her tiştî li ser hin xalên sereke yên pirsgirêkê li hev kirin çêbibe, di serî de qanûna hilbijartinê û qanûna partiyên siyasî, hin qanûnên bingehîn bên demokratîkkirin, ji bo naskirina demokrasiya xwecihî Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî yê Yekîtiya Ewropayê bê şert û merc were îmzekirin...
Ocalan dixwest pênasekirina welatîbûnê ji girêdana etnîk û olê were cudakirin û digot, 'divê bê garantîkirin ku nasname bi awayekî azad xwe vebêjin û bidin jiyîn.'
Ocalan destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi lez û hevparî bimeşe, divê bi saziyên akademîk, medyatîk û rêxistinên civakî yên sivîl re têkilî bê danîn, qadên ewlekarî û tenduristiyê werin bibandorkirin û bal dikişand ser organîzasyonên konferans-civînan ên li ser kar û barên qanûnî û destûra bingehîn.
Ocalan digot, 'heta ku qonaxa duyemîn bi awayekî serketî temam nebe, qonaxa sêyemîn û ya dawî, ku pêvajoya normalbûyînê ye, destpêk nake'. Ocalan pêşniyar dikir ku di vê qonaxê de ji bo ewlekarî û kontrola hêzên çekdar, serî li alîkariya hin hêzên navneteweyî dikare were dayîn.
Di pêşnûmeya bi serenavê 'plana çalakiyê ya aştiya demokratîk' de Ocalan qonaxa sêyemîn bi 7 xalan formule kiribû. Piştî ku got, 'armanca bingehîn a vê qonaxê derbasbûna li jiyana asayî ye" der barê pêvajoya danîna çekan de ev xal nivîsandibû:
'Danîna çekan ji aliyê hebûnî û rêxistinî ve bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye.'
Ocalan da xuyakirin ku ev plana çalakiyê ya amade kiriye pêşnûmeyeke û alî dikarin vê veguherînin metneke hevpar.
Heyeta li ser navê dewletê li Îmraliyê hevdîtin kir, ev pêşnûme qebûl kir û soz da ku ew ê gavên pêwîst biavêjin. Rêveberiya KCK'ê jî tevî fikarên xwe bersiv da û diyar kir ku ew pêşnûmeyê erênî dibîne. Li ser vê yekê Ocalan bi nameya dîrokî ya Newroza 2013'an re banga 'vekişînê' kir.
Mûrat Karayilan di 25'ê Nîsanê de civîneke çapemeniyê lidar xist û da xuyakirin ku ew di 8'ê Gulanê de dest bi vekişînê dikin. Pêvajo wê bi şêweyeke senkronîze dewam bikira. Çend roj piştî 8'ê Gulana 2013'an ku gerîla koma xwe ya destpêkê vekişand Bulent Arinç rabû got, 'heta dojehê rêya wan vekirî ye' û bi vê gotinê helwesta hikûmetê aşkera kir. Halbûkî ya ji hikûmetê dihat hêvîkirin ne ev bû, avêtina gavên qanûnî û amadakariya ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn bû.
Sibe: Sekinandina pêvajoya vekişînê û bûyerên piştre qewimîn...