Amnesty: Li Iraqê jinên 'nêzî DAÎŞ'ê tên mexdûrkirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn nîşan da ku li Iraqê bi hezaran jin û zarokên ku bi hinceta têkiliya wan bi DAÎŞ’ê re heye, ji ber ‘sûcên ku nekirine’ tên mehkûmkirin.

Amnesty Înternatîonal diyar kir ku jin û zarok tên cezakirin û li kampan li ser jinan zextên zayendî tê kirin.

Rêxistina Efûyê (Amnesty Înternatîonal) di rapora xwe de ya bi navê ‘Mehkûm: Jin û zarokên ku li Iraqê tên tecrîdkirin û zext li wan tê kirin’ cih da lêkolînên xwe yên li ser heşt kampan.

Di raporê de hate diyarkirin ku ‘Bi hezaran jin û zarokên ku guman heye ku têkiliya wan bi Dewleta Îslamî re hene ji ber sûcên ku nekirine, tên mehkûmkirin.”

Rêxistina Efûyê diyar kir ku bi hinceta ku têkiliya wan bi DAÎŞ’ê re heye ceza li jinan tê birîn û got, “Jin û zarok ji xwarin û vexwarinê tên mehkûmkirin, tendirustiya wan ne baş e û tê astengkirin ku ew ewraqên fermî yên ji bo xebat û gerê bi dest bixin.”

Di raporê de hate gotin ku, “Tê astengkirin ku ev kes vegerin malên xwe. Li ser jinan tacîza zayendî, tecawiz û zextên zayendî tê kirin. Jinên ku hêviya wan hatiye şikandin , ji aliyê hêzên ewlekariyê, gardiyan û milîsên li derve û hundirê kampê di bin rîska zexta zayendî de ne.”