Amedî dê roja bazarê dakevin kolanan
Amedî dê roja bazarê dakevin kolanan
Amedî dê roja bazarê dakevin kolanan
Navenda Giştî ya BDP’ê bi armanca ji bo hikûmet berpisyariya xwe ya di çareseriya pirsgirêka kurd de bîne cih bi şîara ‘Hikûmet pêngavê bavêje’ roja yekşemê li Amedê meşê pêk tîne.
Amedê ji kampanyaya ‘Hikûmet Pêngavê bavêje’ xebat hatin destpêkirin. Pêngava yekemîn çareseriya pirsgirêka kurd ya demokratîk ku di 21’ê Adarê de li Amedê hat destpêkirin, temam bû û niha ketiya pêngava duyemîn û ji bo ku hikûmet pêngava bavêje dê gel dakeve kolanan.
Meşa ku dê li Amedê pêk were û her wiha bang li hikûmetê bê kirin ku pêngavê bavê de dê roja yekşemê saet di 17.00’an de ji ber avahiya BDP’a Amedê destpê bike. Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut der barê meşê de agahî da û diyar kir ku piştî banga Ocalan pêvajoya pêşketiye ji bo mayînde be divê hikûmet demildest pêngavan bavêje. Zumrut da zanîn ku kurdan bi berxwedana xwe ya 30 salî xwe daye nasîn û wiha pê de çû: “Hikûmetê tu pêngav neavêt. Ji bo hikûmet pêngavê bavêje, 6 meh ne kêm e. Tu kesî bawer nedikir ku ev pêvajo dê ji alî PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê bike û bê vê astê. Lê di Newroza Amedê de ne tenê kurd, ji bo hemû gelan bû hêvî. Her kes ji bo çareserî pêk were di vê pêvajoyê de cih girt. Bi îlankirina agirbestê ya 8’ê Gulanê de her kesî tişta pêwist kir. Lê hikûmetê tu tiştek nekir. AKP û hikûmet hê jî di pêngav avêtinê de bê denge.
Zumrut got gel nekare li bende pêngav avêtina AKP’ê bimîne û wiha pê de çû: “Ji bo hikûmet û dewlet pêngavê bavêje, divê her aliyê civakê xwe tevli pêvajoyê bike. Ji ber vê me biryara meşê da. Em bi vê meşê dê ji hikûmetê re bêjin ‘Ger tu pêngavan navêjî em dê we bidin zorê.Ji ber vê em ban gli hemû gelê Amedê dikin ku tevli meşê bibin. Em li her tax û navçeyê xebatan dimeşînin. Me 150 hezar belavok belavkirin. Me bi civînên gel bang li gel kir. Roja yekşemê dê bi hezaran kes rabin ser piyan û jiyanê rawestînin.
Zumrut di dawiya axaftina xwe de got: “Hevserokên BDP û KCD’ê jî dê di meşê de cih bigirin û meş dê saet di 17’an de ji ber BDP’ê dest pê bike. Sibê bi tevlibûn hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk dê li ber AZC Plaza saet di 11.00’an de daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn û belavok bên belavkirin.”