Ambargoya li ser Mexmûrê hate şermezarkirin

Kurdistanî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê li hev kom bûn û ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê şermezar kirin.

Ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate şermezarkirin.

Bi banga Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Swîsreyê bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev kom bûn û ambargo protesto kirin, bang li saziyên navneteweyî kirin ku ji bo bidawîbûna wê ambargoyê bikevin nava liv û tevgerê.

Di çalakiyê de du aktîvîstên ji Mexmûrê hatin û Hevserokê CDK Cenevreyê Salîh Saglam axivîn. Qisekeran diyar kirin ku ji ber ambargoyê pêdiviyên sereke yên jiyanê nagihêjin Mexmûrê, her wiha dewleta Tirk alîkariya însanî asteng dike û gel mehkûmî birçîbûnê tê kirin. Di dawiya çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hatin xwendin.