Aloziya li Misrê mezin dibe

Aloziya li Misrê mezin dibe

Li Misirê protestoyên bi biryarnameya ku divê îcraatên Serokomarê Misirê Muhammed Mursî bên darizandin re detpê kir, rê li ber bûyerên mezin vekir. Di serî de aliyên çep û lîberal gelek alî Mursî bi avakirina pergaleke ‘dîktatoryal’ sûcdar dike. Ji ber vê yekê alîgirên Mursî û yên li dij wî ketin pevçûnan û ev yek jî nîşan dide ku rêbazên demokratîk li derve maye.

Bûyer ev nêzî du hefteyane didome. 4 şêwirmendên Mursî îftîfa kir, tê îdia kirin ku ji bo tasfiyekirina lîderan tê plankirin ku ‘dadgehên şoreşê’ bên avakirin.

Piştî biryara ku pênûmeya makeqanûna nû bibe referandumê ya Muhammed Mursî bûyeran destpê kir. Duh êvarê alîgirên Birayên Misilman li ber qesra Serokomartiyê civiyan û pevçûn derket.

Li ser banga çapmeniya civakî kom hatin cem hev û di encam şerê dijwar de yek ji yên Birayên Misilman û herî kêm 4 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn. Pevçûnên nêzî demjimêrekî berdewam kirin, gelek kes jî hatin binçavkirin.

HELWESTA GEL ÎSTÎFAYÊN DESTPÊKÊ PÊK ANÎN

Ji ber sedema ku Mursî paşve gavê navêje, nêzî du hefteyane bûyer didomin, ji ber vê jî îstîfa pêk tên. ji şêwirmendên Mursî, Seyf Abdulfettah, Eymen es-Sayyad, Ýsmet Seyfuddevle û Amr Leysi îstîfa kirin û derbe li helwesta bê maf ya li dijî daxwazên gel ya Mursî dan.

Şêwirmendê îstîfa kir Seyf Abdulfettah wiha got: “ Ez naxwazin ciwanên ku şoreşê dixwazin bimirin. Ji ber vê min îsftîfa kir.”

Eymen es-Sayyad jî got, wî hefteyeke berê îstîfa kiribû lê îro aşkera kiriye. Îstîfakirina şêwirmendan derbeya herî mezina li Mursî bû.

ÎDIAYA BI ‘DADGEHÊN ŞOREŞÊ’ TASFIYEKIRIN

Li Misirê êdî çareseriya polîtîk têk çûye û tê gotin ku, Mursî ji bo tasfiyekirina muxalîfan planên cuda dike. tê gotin ku, Mursî ku nikare bi ser muxalîfan bikeve, ji bo tasfiyekirin wan dixwaza darazê bikarbîne.

Li gorî gotinên li Qahîreyê digerin, tê gotin ku Mursî hedef dike ku lîderên Muxalîfan li ‘Dadgehên Şoreşê’ bidarizîne. Li gorî vê îdiayê tê gotin ku, dê lîderan bi sûcdariya ku ‘ li dij şoreşê derdikevin’ derxîn pêşberî darazê û protestoyan bidin rawestandin.