Alîkariyên wargeha Şehîd Rûstem gihan Dêrika Hemko

Alîkariyên wargeha Şehîd Rûstem gihan Dêrika Hemko

Alîkariyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ku ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn berhev kirin, gihiştin xezîneyên Dêrika Hemko ya Desteya Bilind.

Alîkariyên ku ji Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn berhev kirin, di deriyê sînor a Sêmalka gihştin Rojavayê Kurdistanê. Alîkarî ji aliyê berpirsyarê xezîneya Desteya Bilind ya Kurd Hesen Silêman ve hatin wergirtin girtin. Di derbarê alîkariyên ji Wargeha Şehîd Rûstem hatin wergirtin berpirsyarê xezîneyên Desteya Bilind ya Kurd Hesen Silêman diyar kir ku, 10 ton erzaqên ji Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya penaberan hatine gihişte me û niha di xezîneyên me de ne, 30 ton yê din di rêde ne. Her wiha Silêman sipasiya xwe ji welatiyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî re pêşkêş kir.

Di çarçoveya alîkariya kurdên Rojava de Penaberên Waregha Şehîd Rûstem Cûdî dest bi kampanya berhev kirina alîkariyan ji bo gelê Rojava destpê kiribûn û 40 ton erzaq ji gelê Rojavayê Kurdistanê re rêkiribûn. Di derbarê alîkariyên ku ji gelê Rojavare hate rêkirin Şarederê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Ehmed Ozur diyar kiribû ku, alîkariyên wan ji bo gelê Rojava têrê nakin lê alîkariya wan ji bo piştgiriya menewiye.