Alîkariyên li Ewrûpa pêwîst e bi rêya Heyva Sor bên kirin

Alîkariyên li Ewrûpa pêwîst e bi rêya Heyva Sor bên kirin

Heyva Sor a Kurdistanê bang li ji hemû kes û saziyan kir û xwest, ji bo alîkarî bigihêjin armanca xwe pêwîst e di nav koordînasyonê de bin. Heyva Sor da xuyakirin ku alîkariyên bi rêya saziyên Tirk tên kirin nagihêjin cihê xwe û da diyarkirin ku, ew bi maseyên krîzê yên heremê re kar dikin.

Ji nûnerên saziyên alîkariya mirovahiyê Heyva Sor a Kurdistanê ya Swêdê Mehmet Doymaz got ku, ji bo gelê Kurd ê bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê rû bi rû mane û mexdûr bûne re seferber bûne. Doymaz diyar kir ku weke şaxa Swêdê jî ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyan tevkarî kirine û wiha got, “Heya ku alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê neyên kirin, îxtîmala negihiştina cihê xwe û armanca xwe heye.

Doymaz wiha axivî, “Ji bo gelê me yê Êzidî vê gavê xebatek alîkariyê heye. Dirêjkirina berxwedana li Kobanê hê zêdetir alîkariyê tîne rojevê. Gelê me jî ji bo ev pêwîstî bên pêşwazîkirin berpirsyariyek taybet didin Heyva Sor a Kurdistanê. Em wekî saziya alîkariyê li her derê ji bo pêwîstiyên gelê me yên tendûristî, cih, erzaq, xwarin û cil me hemû hêzên xwe seferber kirine.”

Doymaz di dewama axaftina xwe de wiha got, "Êrîşên DAIŞ ên li hember Kobanê û Şengalê û li hemberî wê berxwedana ku derketiye holê di raya giştî ya Ewropa de hişyarbûnek ava kiriye, bi van hişyarbûnan hê zêdetir ji saziyên alikariyê yên Kurdan re eleqeyek tê dîtin." 

Doymaz xebatên alîkariyê jî wîha vegot, “Şaxa Heyva Sor a Kurdistanê heya niha ji bo Kobanê û Şengalê re 174 hezar frankê Swêdî û 40 hezar euro şandiye. Ji dervê wê ji weke pêwîstiyên, derman, cil, ambûlans, konan ji tevkariyek daye. Di rojên me yên pêş de jî 50 hezar frankê Swêdî ku kom bûye em ê bişînin.” 

Mehmet Doymaz girîngî da ser vê mijarê ku xebatên alikariyan pêwîst e bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bên şandin û wiha got, “Heta ku alikariyên şexsî û saziyan bi rêya Heyva Sor neyên kirin, îxtîmala negihiştina cih û armanca xwe heye.

Dîsa em ji gelê xwe dixwazin ku, hestyarbûna xwe zêde bikin, hemû saziyên Kurd, Ewropî, û kesên xêrxwaz bila ji Heyva Sor a Kurdistanê re alîkariyê bikin û erk bigirin ser xwe.”