Alîkarî bi malbatên hejar ên Mexmûrê re hatin kirin

Bi navbeynkariya Navenda Hêvî alîkariya ku ji aliyê Însyatîfa Aştî û Hêvî ya Kurdistanê ve hatibû berhevkirin li ser malbatên hejar ên pêwîstî bi alîkariyê hebûn hate parvekirin.

Bi navbenkariya Navenda Hêvî (Otîzim) alîkariya ku ji aliyê Însyatîfa Aşîtî û Hêvî ya Kurdistanê (Initiativie Für frieden und Haffnung ın Kurdıstan e.v) a Almanya vehatibû şandin, li ser malbatên hejar ên Mexmûrê hatin belavkirin.

Bi amadebûna malbat û zarokan alîkarî li Navenda Hêvî ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hate belavkirin.

‘PROJEYA MALBATA PARÊZVAN HATE AVAKIRIN’

Li ser mijarê û belavkirina alîkariyê yek ji mamosteyê Hêvî Senter Salih Babat axivî û di serî de spasiya hemû malbat û saziyên ku alîkarî berhevkirine kir û got: “Di îlana 2019’an de bi pêşengtiya Navenda Hêvî û Însyatîfa Aştî û Hêvî ya Kurdistan me projeya Malbata Parêzvan li seranserî Ewropayê ava kir. Armanca me ji vê yekê ew e ku em malbatên parêzvan ji bo malbatên Mexmûr ên hejar bidin çêkirin.”

‘EM DIXWAZIN NAVBERA MALBATAN BIBIN PIREK’

Babat bibîr xist ku di vê projeyê de kedeke diyar a wan û însyatîfê heye û got: “Alîkariya bi rêya însyatîfê hate berhevkirin û bi rêya navenda me jî li malbatên pêwîstî bi alîkariyê heye jî hatin belavkirin. Li vir armanca me ew e ku em di navbera projeya malbata parêzvan û gihandina alîkariyê ya ji bo malbatan bibin pirek.”

Herî dawî Babat spasiya hemû xebatkarên însyatîf Meclîsa Gel a Demokratîk û Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî kir.

'JI BO 50 ZAROKÎ MALBATÊN PARÊZVAN HATINE PEYDAKIRIN'

Hevseroka Însyatîvê Emîne Gozen agahî da ANF'ê û ragihand ku wê ev projeya wan a alîkariyê ji bo malbatê hejar ên Mexmûrê bi rêbazên cuda cuda bidome û got: "Heta niha ji bo 50 zarokî malbatên parêzvan peyda kirine û wê alîkariyê ji bo van zarokan bên şandin."