Alî Çîçek û Huseyîn Kûlûman li Parîsê hatin bibîranîn
Li Parîsê endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr, Hesen Huseyîn Kûlûman û Alî Çîçek ku di 28’ê Tebaxê de li Wargeha Penabera a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.
Li Parîsê endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr, Hesen Huseyîn Kûlûman û Alî Çîçek ku di 28’ê Tebaxê de li Wargeha Penabera a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê bi pêşengtiya Ciwanên Azad li Navenda Civaka Kurd a Parîsê pêkhat. Di bîranînê de gelek kes beşdar bûn.
Merasîma bibîranînê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre axaftin hatin kirin û di axaftinan de hat diyarkirin ku Kûlûman û Çîçek li Wargeha Mexmûr bi komploya endamên MÎT’ê hatine qetilkirin.
Axaftvanan diyarkirin ku dewleta Tirk li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd bin ketiye û bi rêya sîxûran dixwaze bi van êrîşan di aliyê psîkolojiyê de serketinê bidest bêxe.