Alên hilbijartinê yên HDP’ê li Farqînê hatin daxistin

Alên HDP’ê yên li navçeya Farqîn a Amedê hatibûn daliqandin, ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve hatin daxistin. Weke hincet jî nebûn buroya hilbijatinê ya HDP’ê ya li kolanê hate nîşandan.

Alên HDP’ê yên li Rêya Azîzoglû a di navbera Taxa Selahattîn û Mescîtê ya navçeya Farqîn a Amdê de haitbû qaliqandin, bi hinceta ku buryoya hilbijartinê li kolanê nîne hate daxistin. Xebatkar û zabitayên şaredariyê yên di bin çavdêriya polîsan de hatin ser rê, alên HDP’ê anîn xwarê.

Tevî nerazîbûna gel jî, hemû alên li kolanê hatin daxistin.

Dîsa nerakirina alên AKP’ê yên li pêşiya teşkîlata AKP’ê ya li heman kolana navçeyê jî bal kişand.

Duh jî li navçeya Elbak a Wanê û Dersimê jî alên HDP’ê hatibûn daxistin.