Alaya mezin a PKK’ê li qada 1’ê Gulanê hate daliqandin!
Beriya ‘meşa şoreşger’ a ku ew ê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de li Berlîna Elmanyayê were lidarxistin, alayeke mezin a PKK’ê hate daliqandin.
Beriya ‘meşa şoreşger’ a ku ew ê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de li Berlîna Elmanyayê were lidarxistin, alayeke mezin a PKK’ê hate daliqandin.
Berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê di rojeva sereke ya xwepêşandanên 1’ê Gulanê de cih digire. Li Berlînê di dema pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de bi tevlêbûna gelek komên çepgir meşa şoreşgerî tê lidarxistin û ev meş îsal diyarî YPG/YPJ’ê hate kirin.
Ji bo şermezarkirina dewleta Elmanyayê ya ku piştgirî dida dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiribû û ji bo balkişandina zagonên li dijî tevgera azadiyê ya Kurdan ew ê di meşa şoreşger de ya li Kreûzbergê alayên PYD, YPG, YPJ û PKK’ê werin hildan.
Ligel ku midûrên polîsan ên li Berlînê û rayedarên dewletê diyar kirin ku ‘Ew ê destûrê nedin meşa bi sembolên qedexe’, komên ku ew ê tevlî meşê bibin diyar kirin ku ew ê di saet 18.00’an de dest bi meşê bikin.
Beriya meşa ku tê texmînkirin ew ê 15 hezar çalakger tevlê bibin, komên çepgir ji bo ku balê bikişînin ser qedexeya PKK’ê û ji bo piştgiriya Rojava, çalakiyeke bêîtaetiya sivîl lidarxistin. Xwepêşander li navçeya Frîedrîchschaînê ya Berlînê li qada ku rêyên ‘Ostkreûz’ û ‘Frankfûrter’ digihêjin hev, alayeke mezin a PKK’ê li avahiyekê daliqandin.
Li ser alayê slogana ‘Alîkariyê bidin Rojava’ û ‘Elmanya fînanse dike, Erdogan bombe dike’ hate nivîsandin. Komên ku alaya PKK’ê daliqandin, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî diyar kirin ku ew ê îro di meşê de jî alayên PKK, YPG û YPJ’ê hildin.