Aktîvîst Peter Muller: Ocalan rêberê hemû bindestan e

Aktîvîstê Elman Peter Muller, ku ji bo azadiya Ocalan dest bi tûra Ewropayê kiriye got, "Divê em ji her kesî re qala nêrînên Ocalan bikin."

Otobusa ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 9'ê Cotmehê ji Strasboûrgê bi rê ket, piştî gera li Awûstûrya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Hollandayê gihîşt bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê. Aktîvîstê Elman Peter Muller ku yek ji rêwiyên vê otobusê ye got, "Divê em ji her kesî re qala nêrînên Ocalan bikin.

Di otobusê de aktîvîstên ji Îtalya, Elmanya, Fransa û Ûrûgûgayê jî hene. Yek ji van Peter Muller ê Elman e. Muller di heman demê de cihê xwe di komîteya amadekar de digire.

Aktîvîst Peter Muller ji ANF'ê re qala armanca otobusa "Azadî ji Ocalan re" û rêwîtiya xwe ya li Ewropayê kir.

LI 6 WELATAN ÇÛ BI DEHAN BAJARAN

Muller anî ziman, ku piştî Strasboûrgê ew derbasî bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bûn, ji wir jî berê xwe dan Awûstûrya, Swîsre, Fransa, Belçîka, Hollanda û niha jî li Hambûrgê ne. Muller diya rkir, wê biçin welatên Skandînavyayê û got, "Bêguman li van welatan me gelek çalakî pêk anîn. Em panelan, semîner û xwepêşandanan li dar dixin. Rêveberên saziyên li wê derê, endamên meclîsa şaredariyê û gel tevlî dibin. Dixwazim mînakek ji Parîsê bidim; bi taybetî hem ji bo pêşwazîkirinê hem jî ji bo panel û semînera hate lidarxistin eleqe gelekî zêde bû. Çalakiyên serketî hatin kirin. Wekî din, li bajarê Lîege yê Belçîkayê jî çalakiyên bi heman rengî hatin organîzekirin. Mirov dipirsin û dixwazin hin tiştan hîn bibin. Ji xwe armanc jî ev e; ji her kesî re qala Birêz Abdullah Ocalan bikin bê kî ye û nêrînên wî çi ne. Bi taybetî mirovên ji Afrîkayê tên, Ocalan nas dikin. Pêwendiya wî bi andela re datînin û ji ber vê yekê nas dikin."

DI OTOBUSÊ DE AKTÎVÎSTÊN JI GELEK WELATAN HENE

Peter Muller anî ziman, ku di otobusê de aktîvîstên Kurd û gelek dostên Kurdan bi taybetî yên ji Elmanya, Fransa, Îtalya û Ûrûgayê hene û wiha dewam kir: "Ev jî ji bo me firsendeke mezin e. Ji ber ku beşdar bi gelek zimanan zanin. Li cihê em diçin, em zor û zehmetiyan nakişînin. Ev girîng e. Tenê belavkirina belavokan têrê nake. Divê em li ser nêrînên Birêz Ocalan û armanca Tevgera Azadiyê ya Kurd biaxivin û qalê bikin. Mirovên ku em ji wan re qalê dikin, fêhm dikin, dipirsin û dixwazin hîn bêhtir hîn bibin."

Li ser rojeke xwe ya li otobusê jî aktîvîst Muller got, "Rêwîtiya me carna kin e carna jî dirêj e. Lewma rewş tê guhertin. Moralê hevalan gelekî bilind e, distirên. Nîqaşan dikin û pirtûkan dixwînin."

Di dema vê rêwîtiyê de Peter Muller qala bîranîneke xwe ya balkêş kir û got, "Beriya niha bi çend rojan li Fransayê dema li benzînxaneyê me bêhn vedida, me otobusek bi plaqeya Spanyayê dît. Em çûn cem wan û me dît ku rêwiyên wê hemû jin in. Dema ku me ji wan pirsîn, gotin ew Katalan in. Me bi hev re sohbet kir û ji wan re qala Ocalan û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir. Me broşurên bi Spanî dan wan. Gelekî kêfa wan hat û bala wan kişand."

OCALAN PROJEYÊN ÇARESERIYÊ DATÎNE PÊŞIYA ME

Ji bo pirsa "Abdullah Ocalan ji bo we tê çi wateyê?" Peter Muller ev bersiv da:

"Ji bo min, Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Ji bilî vê, divê weke rêberekî gel bê dîtin, ku ji bo çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn projeyên berfireh destnîşan dike. Fîlozofê vê serdemê ye. Beriya niha bi 50 salî, mirovan ji bo çareserkirina pirsgirêkan Karl Marks, Frîedrîch Engels, Lenîn û Mao dixwendin. Lê ev nebû. Birêz Abdullah Ocalan hewl dide van pirsgirêkan çareser bike. Îro li cîhanê krîzeke mezin heye. Karesatên xwezayî, penabertî û şer hene. Wekî din, nêrînên rastgir dibin desthilatdar. Birêz Abdullah Ocalan van dinirxîne û projeyên çareseriyê datîne pêşiya me. Li Rojhilata Navîn, li dijî krîzên ji ber DAIŞ û rêxistinên mîna wê hatine afirandin, têkoşînek tê dayin. Hemû nêrîn û reng di bin alekê de têdikoşin. Ev jî nêrînên Birêz Ocalan e. Lewma Abdullan Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e, ew rêberê hemû bindestan û mirovên azadîxwaz e. Divê ev were dîtin."