Aktaş ‘hêza bêsînor’ ji Guler pirsî

Aktaş ‘hêza bêsînor’ ji Guler pirsî

Parlamenterê girtî yê Wanê Kemal Aktaş ji Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiyeyê Muammer Guler hêza bêsînor a polîsan pirsî.

Aktaş hêza bêsînor ya polîsan di protestoyên Parqa Gezî de li hemberî gel pêk hat ji wezîrê karê hundir Muammer Guler pirsî.  Aktaş da zanîn ku li welatên demokratîk peywira polîsan ev e ku jiyana rojane a civakê hêsantir bikin û got: “Di dema bikaranîna mafên civakî û kesane de, pêkanîna ewlehiya civakan û kesane. Lê li welatê me peywira wan vegeriyaye teşkîlata pêkanîna şîdet û zextan.

Aktaş ev pirs ji Guler kirin;

Di rojên dawî de di protestoyên parqa Gezî de li her derê çalakî tên meşandin. Polîsên bi tundî êrîşê gel dikin, der barê wan de lêpirsînek hatiye destpêkirin an na? Ger hebin li kîjan bajarî hatine vekirin?

Di çapemeniyê de hat gotin ku polîs numareyên qasqên xwe vedişêrin, der barê vê de lêpirsînek we heye an na?

Gelo ev talîmata veşartina qasqê ji aliyê wezareta we ve hatiye dayîn? Ger ne hun bin kê daye, lêkolînek we heye?

Li Tirkiyeyê pêkanîna veşartina qasqê li ku derê heye? Armanca pêkanîna vê çi ye?

Ji destpêka vê pêkanînê heta niha; çend polîs ji van nûmareyan hatine tespîtkirin?

Tê zanîn ku di bin bana wezareta we de kesên peywirdarên ewlehiyê hene. Nêzîkatiyên wan yên şaş tên tespîtkirin an na?

Ji bo perwerdehiya wan hun çiqas butçe vediqetînin?