AKP'yiyan jina erkdara sindoqan ya ku destûr neda hîleyan lînç kirin
Derket holê ku AKP'yiyan roja referandûmê li Stenbolê jina erkdarê sindoqê lînç kirine.
Derket holê ku AKP'yiyan roja referandûmê li Stenbolê jina erkdarê sindoqê lînç kirine.
Derket holê ku roja referandûmê ya bi hîleyan, erkdara sindoqê Melîsa Yet a li Amadeyiya Tekînikî û Pîşeyî ya ÎMKB a Anadolûyê erkdar bû ku îtiraza dengê 'erê' ya bi şaş hatiye bikaranîn kir, ji aliyê AKP'yiyan ve hatiye lînç kirin.
Melîsa Yet eşkere kir ku ji aliyê komekî 50 kesî yên endamên Baskê Ciwanan a Esenlik Kartal a AKP'ê ve bi lêdana mirinê, hatiye lînçkirin.
Melîsa Yet piştî êrîşê rakirine nexweşxaneyê. Di stûyê Yet'ê de şkestin çêbûye û di laşê wê de şopên derbeyan hene.