AKP û DAIŞ li bajarê Gavle hatin şermezarkirin

Endamên Komîsyona Jinan a Navenda Çanda Kurd a Demokratîk li bajarê Swêd Gavleyê, êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Iraq û Sûriyeyê şermezar kirin.

Jinan pankarteke mezin a bi nivîsa "Komkujiyên terorîstên DAIŞ'ê bisekinînin" û dowîzên bi nivîsên şermezarkirina bomberdûman û komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî sivîlan hilgirtin. Jinan bi Rahîbê Dêra Katolîk a Sankt Paûlî ku li heman meydanê çalakiyeke din lidar dixist, hevdîtin kirin û der barê bûyer û rewşa li Kurdistanê û Tirkiyeyê de agahî dan.

Rahîp diyar kir ku dijderketina li şer û têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê wezîfeyeke însanî ye û anî ziman ku ev yek di nava wezîfeyên dêrê de hene, lewma ew ê hevkariyê bikin.

Jinan dûre Dêra Trefaldînghet a pîroz ziyaret kirin û der barê komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de du dosya radestî rayedarên dêrê kirin.

...