AKP-MHP’ê paşve gav avêt, ‘sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin

Îktîdara AKP-MHP’ê piştî bertekên zêde yên ji bo sererastkirina “sîxûriya tesîrkirinê” hatin, paşvegav avêt û sererastkirina navbori ji pêşniyarqanûnê derxist.

SERERASTKIRINA QANÛNA ‘SÎXÛRIYA TESÎRKIRINÊ’

Xala ku di raya giştî de weke “Sîxûriya tesîrkirinê” tê zanîn û AKP û MHP’ê pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kiribû, ji pêşniyarqanûnê hate derxistin. Serokwekîlên komên DEM Partî, CHP, AKP, MHP û Partiya Îyiyê îro di lijneya şêwirê ya Meclisê de civiyan. Partiyên muxalefetê diyar kirin ku divê xala behsa xeberê were revîzekirin.

AKP-MHP jî erênî nêzî revîzekirina xala “sîxûriya tesîrkirinê’ bû. DEM Partiyê got ku divê xal bi temamî were derxistin û li dijî revîzekirinê derket.  

AKP-MHP’ê paşvegav avêt û xala ku “sîxûriya tesîrkirinê” sererast dike bi temamî ji pêşniyarqanûnê derxist.