‘AKP li hemberî sûcên dewleta kûr polîtîkaya cezanedayînê dişopîne’

Seroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku qanûnên ku ji bo bersûcên Komkujiya Sêwasê tê kirin nîşaneya sereke ya polîtîkaya cezanedanê ye û got, “AKP li hemberî sûcên dewleta kûr polîtîkaya cezanedayînê dişopîne.”

Di doza Qetlîama Sêwazê de ku sê kes ji ber dihatin darizandin, dadgehê biryar da ku qewil bi ser ketiye. Biryara şandeya dadgehê ketiye rojeva Tirkiyeyê û nîqaşa wê tê kirin. AKP’ê salên pêşîn ên desthilatdariya xwe biryar da ku di sûcên li dijî mirovahiyê de nabe ku qewil bi ser bikeve.  Tevî biryara AKP’ê ku daye biryara tewş ku hatiye dayîn ji her aliyê civakê ve tê niqaşkirin.

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç, di daxuyaniya xwe de ku da, têkildarê pirsên li ser ketina qewil bi ser doza Qetlîama Madimakê, bersiv dan, ji xeynî ku bertek nîşanê daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP’ê bide, tu tişt negot. Tûnç negot ku biryar şaş e.

Li ser biryara ketina qewil bi ser doza Qetlîama Sêwazê, parêzkara mafên mirovan û Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskin nirxandin ji bo ANF’ê kir.

‘’AKP’Ê BI WÊ FERASETÊ RE KU XWEST WÊ BIGIRE, LI HEV KIR’’

Keskîn diyar kir ku AKP’ê têkildarê biryara ‘Di sûcên li dijî mirovahiyê de nabe ku qewil bi ser bikeve’ ku AKP’ê bi xwe daye, bi wê ferasetê re ku dixwest AKP’ê bigire, li hev kiriye û got ku wê bi vê lihevkirinê, cezanekirin û binpêkarî zêde bibin. Keskîn wiha bi axavtina xwe de çû: ‘’Ya rast, AKP ya ku ev sererastkirin di qanûnan de kir, ne AKP ya niha bû. AKP’ê bi wê ferasetê re ku dixwest wê bigire, li hev bigire û niha li dijî me hemûyan necezakirin û binpêkarî zêde bûne. Bêriya vê bi demeke kin jî di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de biryara ku qewil bi ser ketiye hat dayin. Di Qetlîama Madimakê de jî wisa hat kirin. Di hemû dozan de ku dewlet, hêzên dewletê kiryar in, doz jî nayê kirin. Doz bê kirin jî biryar tê dayîn ku qewil bi ser ketiye. Ev di dosyeyên têkildarê windayên destgîrkirî de jî wiha ye. Ketina qewil bi ser a bi 20 salan tê bikaranîn. Dozger di nava 20 salan de tu daxwaza me qebûl nakin û biryar didin ku qewil bi ser ketiye.’’

Keskîn anî ziman ku pêkanîna xistina qewil bi ser dozan, nîşaneya sereke ya polîtîkaya necezakirinê ye û got ku bi taybetî salên dawîn AKP’ê têkildarê sûcên dewleta kûr kiriye cezanekirin ji xwe re kiriye polîtîka.

‘’DIBE KU ROJEKÊ AKP BIBÊJE ÇARESERÎ, LÊ CHP QET’’

Keskîn îşaret bi daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç kir û diyar kir ku tu ferqa AKP’ê û CHP’ê ji hev tune û ev tişt gotin: ‘’Di mijarên wiha de tu ferqa AKP’ê û CHP’ê ji hev û din nîn e. AKP’ê salên pêşîn ku bû desthilatdar, bi awayekê din diaxivî, paşê ew bi xwe bû dewlet. CHP her tim partiyeke dewletê ye. Rojekê ku çareserî çê bibe, ji ber ku gelek pragmatîk e, dibe ku AKP bibêje çareserî, lê CHP qet.’’

Keskînê wiha dawî li axavtina xwe anî: ‘’Piştî ku ji meqama herî bilind a dewletê gotina ‘Kes nikare tiştekî ji bo artêşa me bibêje, artêşa me artêşa herî paqij a cîhanê ye’ hat kirin, wan bi devê xwe got ku wê di tu dozekê de ku artêş ya jî leşker bûne kiryar, wê tu ceza neyê dayîn.’’