AKP'ê li dû operasyonê rêvebernameya polîsan guherand

AKP'ê li dû operasyonê rêvebernameya polîsan guherand

Li dû operasyona bertîl û nelirêtiyê AKP'ê 'Rêvebernameya Hêzên Ewlekariyê ya Edlî' guherand. Bi guhertinê re erka polîsan a ku 'bêyî haya payebilindan jê hebe dikare operasyonê bike' ji holê rakir.

Piştî operasyonê bertîl û nelirêtiyê, ku di encamê de zarokên wezîrên AKP'yî jî hatin girtin, hikûmet li hemberî operasyonên nû yên gengaz 'tedbîran' distîne.

Heman piştî operasyonê di nava 3 rojan de cihê zêdeyî 100 personelên emniyetê hat guhertin. Hikûmetê di ser re Rêvebernameya Hêzên Ewlekariyê ya Edlî jî guherand.

"Rêvebernameya li ser Jinûve Guhertina Rêvebernameya Hêzên Ewlekariyê yên Edlî" ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler ê kurê wî hat girtin û Wezareta Edaletê ve hat amadekirin, îro li Rojnameya Fermî hat weşandin û ket meriyetê.

Li gorî vê yekê erka polîsan a ku 'bêyî haya payebilindan jê hebe dikare operasyonê bike' ji holê hat rakirin.