BI DÎMEN

AKP'ê hin keyayên Wanê bir Antalyayê û bi wan re kêf kir

Şaredarê Tûşbayê yê AKP'yî Fevzî Ozgokçe û keyayên çend taxên Wanê, ji bo referandûmê li Antalyayê kêf kirin.

Yek ji van keyayan jî Sebahattîn Atman e. Piştî ku Atman wêne û dîmenê reqs û kêfkirinê yên li otelekê di hesabê xwe yê medya civakî de weşand, ev rastî derket holê.

Şaredarê navçeya Tûşba ya Wanê Fevzî Ozgokçe yê AKP'yî, tevî keyayên hin taxên Wanê li otela Porto Bello ya li Antalyayê ji bo referandûmê li hev civiyan. Di hilbijartinên beriya niha de jî dihat zanîn, ku Ozgokçe keya li Antalyayê dicivand, lê her carê ev yek înkar dikir. Lê vê carê, piştî ku wêne û dîmen li ser hesabê medya civakî hatin weşandin, nekarî daxuyaniyekê bide.

Dîmen ji aliyê keya Atman ve hat weşandin. Di vî dîmenî de tê dîtin, Ozgokçe û keyayên din li Otelê direqisin û kêfê dikin.

AKP li Wanê her car beriya hilbijartinê, keyayên taxan li hev kom dike û dibe Antalyayê. Bi van civînan re li Antalyayê dixwaze keyayan qanih bike.