AKP'ê avahiya NÇM'ê jî desteser kir

Avahiya li Beyogluyê ya Navenda Çanda Hunerê ya Mezapotamyayê (NÇM) ku ev 18 sal lê xebat hatî kirin tê valakirin. Avahiyê wê tehsîsî şaredariya AKP'yî were kirin.

Avahiya NÇM'ê ya li Beyogluyê ku 18 salan lê xebat hatî kriin 2019'an ji hêla Midûrtiya Weqfan ve 3 caran kirin îhaleyê.

Rayedarên NÇM'ê bi rengên cuda ji îhaleyan agahdar bûn, sê caran ketin îhaletê û bi ser ketin. Lê Midûrtiya Weqfan  bi îdîaya ku ''têra xwe reqabet çênebûye'' îhale betal kir.

Xebatkarê NÇM'ê Ferît Elalmiş got îhaleya dawî bi destê wan neketiye û Midûrtiya Weqfan beriya bi 4 mehan teblîgat ji wan re şandine da ku avahiyê vala bikin lê teblîgat ji hêla muzîkjenekî ve hatiye imzekirin ku rayeya wî ya imzeyê nîne.

Elalmiş diyar kir wan ji Midûrtiya Weqfan re ragihandiye ku kesê ku rayeya wî nîne nikare îmze bike lê Weqfan guh nedaye vê û ji wan re gotine heke îro avahiyê valan nekin ew ê bi zorê vala bikin.

Elalmiş her wiha diyar kir Midûrtiya Weqfan bi helwesteke siyasî tevdigere, wan ev ji wan re jî gotine û got, ''Şaredariya Beyogluyê avahiyê dixwaze. Avahî dewrî Qeymeqamiya Beyogluyê kirin. Ji ber vê Qeymeqamî dixwaze demildest vala bike û wê bidin Şaredariya Beyogluyê.''

NÇM'ê ji bo 49 salan ev avahî kirê kiribû û xwe hazir dike ku dozê bike.