AKP dest ji dema dirêj a ragirtinê bernade
AKP dest ji dema dirêj a ragirtinê bernade
AKP dest ji dema dirêj a ragirtinê bernade
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn dema dirêj a ragirtinê ya 10 salan weke "bi qasî ku di dewleteke hiqûqê ya demokratîk de neyê qebûlkirin dirêj e" dît û betal kir, hikûmeta AKP ket nava lêgerîna guhertineke nû. AKP dixwaze dema ragirtinê daxe 7.5 salan.
Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, hikûmeta AKP'ê ji bo pêşî li tahliyeyên biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a di mijara dema dirêj a ragirtinê de bigire, ket nava amadekariyên guhertina qanûnî. Hat îdîakirin, ku beriya temambûna dema salekê ya Dadgehê ji bo guhertina nû ya qanûnî nas kiriye, hikûmeta AKP'ê dixwaze beriya Tebaxa 2014'an bi guhetineke qanûnî re dema dirêj a ragirtinê bike 7.5 sal.
Di rewşa heyî de der heqê mirovên ji sûcdariyên xala 10. a Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê tên darizandin de, dema ragirtinê 10 sal e.
Dadgeha Destûra Bingehîn di Tebaxa bihurî de ev dem weke "bi qasî ku di dewleteke hiqûqê ya demokratîk de neyê qebûlkirin dirêj e" dîtibû û ji bo hikûmet guhetineke nû ya qanûnî bike, salek dem dabû.
Li gorî formula nû ya hikûmeta AKP li ser radiweste, di qanûnên mijara gotinê de li şûna "di Qanûna Mûhakeme ya Ceza de dema ragirtinê 2 qat tê pêkanîn" de dê gotina "Dema ragirtinê bi nîvî were pêkanîn" bê guhertin. Eger di vê nêrîna hikûmetê de guhertinek çê bibe û ev guhertin bi vı rengî di Meclîsê re derbas bibe, dema ragirtinê ya sûcdariyên 'terorê' dê ji 10 salan dakeeve 7.5 salan.
Wezareta Edaletê hînê der barê mijarê daxuyanî neda, lê belê li gorî agahiyên ji kûlîsan hatin wergirtin, hikûmeta AKP dê guhetina qanûnî heman piştî hilbijartinên herêmî bîne Meclîsê.
Dema ragirtinê ya dirêj kesên nêzî 5 sal in ji "Doza Bingehîn a KCK'ê" û dozên din ên "KCK"ê de girtî ne, ji nêz ve eleqedar dike. Bi taybetî dema ragirtinê ya siyasetmedarên Kurd ên li Amedê di "Doza Bingehîn a KCK'ê" de tên darizandin, wê di meha Nîsanê de 5 salan li dû xwe bihêle.
JI BO RAGIRTINÊ DADGER NEÇAR E DAXUYANIYEK BI SEDEM BIDE
Li aliyê din Dadgeha Destûra Bingehîn mora xwe avêt binê biryarekê ku Dadgehên Ceza yên Giran, di her rûniştina dozê de bêyî sedem daxwaza tahliyê red dike, binpêkirina maf e.
Dadgehê serlêdana ferdî ya Fîraz Aslan û Hebat Aslan ku beriya 5 salan bi sûcdariya endametiya rêxistinê ye girtiye, ku "Dadgeh bêyî sedem nîşan bide biryara dewama ragirtinê da" mafdar dît. Dadgehê biryar da ku ji serlêdêran re bi giştî 8 hezar û 200 lîre tazmînat bê dayîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku "Dema ragirtinê ya bê sedemên têrker ne di cih de ye."