AKP, CHP û MHP'ê ji leşkeran re gotin 'hûn dikarin sûc bikin'
AKP, CHP û MHP li ser pêşnûme qanûna ku 'zirxa destnedanê' dide leşkeran, li hev kirin.
AKP, CHP û MHP li ser pêşnûme qanûna ku 'zirxa destnedanê' dide leşkeran, li hev kirin.
AKP, CHP û MHP li ser pêşnûme qanûna ku 'zirxa destnedanê' dide leşkeran, li hev kirin.
Danûstandinên li ser vê 'zirxa destnedanê' ya ji bo leşkeran, bi tifaqa CHP, MHP û AKP'ê pêk hat. Hat ragihandin, duh rayedarekî leşkerî tevlî van hevdîtinan bûye, brîfîn daye van partiyan û ji her sê partiyan xwestiye, li vê pêşnûmeyê bibin yek.
Wezîrê Parastina Milî Fîkrî Işik li ser pêşnûme qanûnê axivî û diyar kir, bi vê pêşnûmeyê re bingeha hiqûqî ya wezîfedarkirina artêşa Tirk tê amadekirin.
Endamê komîsyonê yê CHP'yî Dûrsûn Çîçek di vê hevdîtinê de axivî û got, "Weke CHP em li pişt vê guhertinê ne û em ê destekê bidin."
Ji MHP'ê endamê komîsyonê Erkan Haberal jî got, ji bo siberoj û yekparetiya Tirkiyeyê ew ê destekê bidin vê pêşniyarê. Hevdîtina li ser mijarê, piştî navberê dewam dike.