Akin: Desthilatdariya AKP-MHP’ê li herêma erdhejê rê li ber karesatên mezin vedike

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku li Semsûrê serdana gel kir got, “Desthilatar, bi sepanên xwe yên li herêmên erdhejê re rê li ber karesatên mezin vedike.”

Partiya Çepên Kesk li Semsûrê ku ji ber erdheja navenda wê Mereşê bandoreke mezin li ser bûbû çendek hevdîtin kir. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya serdema berê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bulut, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Bêrîtan Guneş û Huseyîn Olan jî di nava şandeyê de cih girtin. Şande, di ketina navçeya Kolikê hat pêşwazîkirin. 

Şande, ji ewil çû bajarokê Mazeyê û çû serdana esnafan. Di serdanê de welatiyan pirsgirêkên xwe anîn ziman. Piştre jî şande çû serdana Şaredariya Komirê. Şande ji hêla Hevşaredar Erkan Karakaş ve hate pêşwazîkirin. Karakaş, têkildarî pirsgirêkên welatiyan agahî da şandeyê. Karakaş, da zanîn ku heke li şaredariyên HDP’ê qeyûm nehate tayînkirin wê fatûreya erdhejê siviktir bûya.  Karakaş, got ku tevî hemû astengiyan jî şaredariyên HDP’î piştgiriyê didin mexdûrên erdhejê. 

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Karakaş jî di serdanê de ev tişt anî ziman: “Em ê di nava 4 rojan de li Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê bigerin. Wê pirsgirêkên me tespît kirine jî li Meclisê bikin rojev. Ji ber îktîdara AKP-MHP’ê, erdhej deh qet zêdetir giran bû. Plansaziyeke bitendurist nehat kirin. Pirsgirêk roj bi roj mezintir dibin. Xelk, bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan digire. Soz dan gel ku wê di nava salekê de avahiyan bidin her kesî. Em dixwazin van sozên xwe bigirin.” Piştî serdana şaredariyê, şande çû serdana malbatekê û li pirsgirêkên wan guhdarîn kir. 

‘EM Ê XAKA XWE NETERIKÎNIN’ 

Piştre jî şande çû gundê Geler ê girêdayî navçeya Sincikê ku ji erdhejê pir bandor bûbû. Şandeyê bi gel re civînek li dar xist û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Welatiyan got ku bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan digirin. Welatiyan bal kişand ser demsala zivistanê û pirsgirêka ava vexwarinê. Welatiyan destnîşan kir ku tevî pirsgirêkên giran jî wê xaka xwe neterikînin û ji bo serdanê spasiya şandeyê kirin. Parlamanter Bêrîtan Guneş jî got ku wê birînên xwe bi rêya piştevaniyê bipêçin. 

Şandeya Partiya Çepên Kesk piştre jî çû Aşxaneya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rêveberiya Karesatê. Akin li vir axivî û da zanîn ku wê di navbera 18-21’ê Îlonê de li herêmên erdhejê biçe serdana bajaran. Akin, wiha domand: “Rayedar, mexdûrên erdhejê mijûl dikin. Erdhej, karesateke xwezayî bû lê ji ber sepanên dermirovî yên îktîdara heyî, ev karesat deh qet mezintir bû. Gelê me vê karesatê heq nake. Tehemûla xelkê me nema ye. Ne diyare bê ka alîkariyên ji çar aliyên cîhanê ve hatine şandin bi ku de çûne. AKP’ê ji bo kesên nêzî xwe qawên rantê ava dike. Dewlet neçare mexdûriyetên gel ji holê rake û ji bo welatiyan avahiyan çêbike. Sedema bingehîn a pirsgirêkan, îktîdar bi xwe ye. Hem ji hêla hiqûq navneteweyî hem jî ya navneteweyî ve sûcdar e. “ 

  Şande, wê li Semsûrê herî dawî biçe serdana gunwên turkmenan ên Kelemkaş û Harmanli yên navçeya Sergolanê. Şande sibe jî wê li Meletiyê hevdîtinan bike.