AKEE terora dewletê şermezar kir
Yekîtiya Karsazên Kurd ên Ewropa (AKEE) li dijî terora AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.
Yekîtiya Karsazên Kurd ên Ewropa (AKEE) li dijî terora AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên teror û şîdetê yên dewletê civakê parçe dike û tîne dijî hev, wiha hat gotin: “Şerê ev 30 salên dawî bi destê dewletê li ser Kurdistanê bê pîvanî tê meşandin, di ruh û zîhniyeta civakê de ji hev qutbûnên mezin ava kiriye, di qada aborî de welat 50 salî paş ve kişandiye.”
Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku tevî hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî AKP’e ji bo çareseriyê gavan navêje, wiha hat gotin:
“Terora bi armanca kaosa civakî ya bi êrîşên Pirsûs û Enqereyê destpê kir, bi êrîşên li dijî Nisêbîn, Silopiya, Sûr, Kerboran û Şirnexê karakterek nû girtiye, êdî bi destê dewletê veguheriye şerekî îmhayê yê li dijî Kurdan.
Yekîtiya Karsazên Kurd ên Ewropa (AKEE) da xuyakirin ku ji bo muzakereyan jî divê gava yekem ew be ku dewlet dest ji dorpêça bajar û navçeyên Kurdan berde, ji bo xistina tansiyonê civakî jî gavan bavêje.”