AKAM: Eger HDP'yî bên girtin wê dengê AKP'ê gelekî kêm bibe

Lêkolîna AKAM'ê eşkere kir, ku eger parlamenter werin girtin wê hilbijêr hîn bêhtir xwedî li HDP'ê derkevin.

Lêkolîna AKAM'ê eşkere kir, ku eger parlamenter werin girtin wê hilbijêr hîn bêhtir xwedî li HDP'ê derkevin.

Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolîna Cemaweriyê ya Avrasyayê (AKAM), eger Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş were girtin, di hilbijartina ewilî de wê rêjeya dengê HDP'ê bigihêje ji sedî 15'an.

Di vê lêkolînê de pirsa "Parlamenterên mûxalefetê yên destnedana wan bê rakirin, gelo wê bi rengekî adîl werin darizandin?" li beşdaran hat kirin. Hat ragihandin, ji sedî 55.38 ê beşdaran gotin, bi awayekî adîl wê neyên darizandin. Di bersiva ji bo pirsa "Eger Demîrtaş were girtin, di hilbijartina destpêkê de hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?" de derket holê ku dengên HDP'ê zêde dibe. Li gorî lêkolînê, eger Demîrtaş were girtin wê HDP ji sedî 14.05 ê dengan bistîne.

'DENGÊ AKP'Ê KÊM DIBE'

Koordînator Kemal Ozkîrazli ser encamên lêkolînê got, "Eger Demîrtaş were girtin; piraniya hilbijêrên Kurd ên di 1'ê Mijdarê de deng dan AKP'ê wê li HDP'ê vegerin. Di heman demê de wê beşek ji hilbijêrên CHP'ê jî berê xwe bidin HDP'ê."