Akademiya Jineolojiyê li Swîsreyê dest bi 25'ê Mijdarê kir

Akademiya Jineolojiyê ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê li bajarê Lozanê civiya.

25'Ê MIJDARÊ

Akademiya Jineolojiyê çalakiyên li Swîsreyê yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê li bajarê Lozanê da destpêkirin.

Akademiya Jineolojiyê ya Swîsreyê û Meclîsa Jinê ya Lozanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civînek lidar xisxt û dokûmantera li ser avabûna Gundê Jinê Jinwar nîşan dan.

Di civînê de li nirxandinên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê hate temaşekirin û piştre endama Akademiya Jineolojiyê Jiyan Tamara pêşkêşiyek kir.

Çalakiyên 25'ê Mijdarê wê ji aliyê endamên Jineolojiyê ve 6'ê Mijdarê li Bîelê, piştre li Lûzern, Zurîch, Wînterthûrê heta 14'ê Mijdarê li gelek deveran dewam bikin.