Berxwedana gel a li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê dewam dike. Gelê ku li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê çalakiya nobetê dan destpê kirin, li Qoserê meş li dar xistin. Tevî Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevserokên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi sedan kes meşiyan.
Bi sedan kesên ku bi pankata “Qeyûm darbe ye, dest nede îradeya min” meşiyan, gelek caran dirûşmeya “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.
Meş li Qada Azadiyê bi dawî bû. Piştre Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî.
Turk anî ziman ku desthilatdarî hewl dide îradeya gelê Kurd îpotek bike û wiha got: “Em bi zîhniyeteke ku li aliyekî destê xwe dirêj dikin, li aliyê din jî dar digirin re rû bi rû ne. Li pêşiya we çi heye, nexşerê çi ye, hûn çi dihizirin, hûn qala demokrasiyê dikin, baş e hûn dixwazin çi bikin? Helbet eger ku projeyên rast deynin holê em ê piştgiriyê bi her awayî bidin. Lê em weke gel û tevgereke siyasî ku têkoşîna maf û azadiyê didin, pir baş dizanin ku çi rast e çi şaş e. Bila kes gumanan neke, kes nikare me bixapîne. Tu kes nikare bi xapandinê siyasetê li ser me bimeşîne, divê ev yek pir baş bê zanîn.”
Turk diyar kir ku ew ê di her şert û mercê de têkoşîna maf û azadiyê bidomînin û wiha got: “Em zîhniyeta ku Kurdana weke gefa potansîyel dibîne qebûl nakin.” Turk anî ziman ku divê helwesteke di çarçoveya demokrasiyê de pêş bikeve û wiha got: “Em neçar in ku pêvajoyeke ku Kurd bawerî bi Tirk tîne, Kurd bawerî bi Kurd tîne pêş bixin. Ji ber ku em ji serî ve xwedî têgihiştineke ku xwişk û biratiya gelan esas digre ne.”
Turk anî ziman ku divê her kesên li hemberî desteserkirina îradeyê helwest girtine, piştgirî bidin têkoşîna wan û ev bang kir: “Têkoşîna me têkoşîna pêşerojeke demokratîk e. Têkoşîna me ne tenê ji bo azadiya Kurdan e. Têkoşîna azadiya gelê Tirk e jî. Ji ber ku li vî welatî bêyî demokrasiyê ne Kurd û ne jî Tirk nabe xwedî pêşerojeke demokratîk. Em ji vir bang li her kesên alîgirê demokrasiyê dikin; rêzê li hemberî îradeya gel bigirin, li dijî zîhniyeta ku îradeya gel îpotek dike, bi avakirina yekîtiya xwe ya demokratîk îtîraza xwe bi dengeke bilind belav bikin.”
Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.