BI DÎMEN

Li Strasbourgê nobeda ji bo azadiya Rêber Apo berdewam dike

3 kesan nobeda ji bo azadiya Rêber Apo ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewr girt.

NOBETA AZADIYÊ

Vê hefteyê çalakî li ser navê Mêclîsên Herêmê yên St. Gallenê ji aliyê kesên bi navê Nedîm Çorak, Mûzaffer Çinar  û Denîz Erkiliç ve hate dewrgirtin.

Komê daxuyaniyek da û got: ‘’Weke gelê Kurd, em daxuyaniya îradeyê didin. Rêbertiya me îradeya me ye. Em ê hemû biryarên Rêbertiya xwe bipejirînin. Gelê Kurd hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me li ser piyan e. Divê em xebatên xwe bidomînin.’’

He wiha çalakgeran ji bo tevlîbûna meşa ku wê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin jî bang kir.